Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
nûçeya pdk'ê li hewlêrê avêt ser buroyên knk, dîha, roja welat - tirşik
nûçeya pdk'ê li hewlêrê avêt ser buroyên knk, dîha, roja welat
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nûçeya ku îro di anfê de hatiye nivîsîne

biner: http://ku.firatajans.com/news/cihan/pdk-e-li-hewlere-avet-ser-buroyen-knk-diha-roja-welat.htm



nûçeyek ez piştî kolandina xendekan û avêtina li ser partiyÊn enks ê ez li bende bûm e.

Xwedê me ji şerê birakujiyê bisitirîne...



19.05.2014 22:16 | berxweda

2. dîsa barzanî bi vê tevgerê rê me da ku ew çiqas mirovekî bênamûs e. naxwaze tu saziyÊn ku li hember wî ne, bimîne û bi hêdî hêdÎ wan bi zordariyê tune dike. li gor min ev dîktatorî ye û ne ti tiştekî din e!!



19.05.2014 22:29 | mergehez

3. nûçeya ku ez dewama vê nûçeyê dibînim e.

Biner: http://www.basnews.com/ku/News/Details/PDK---bersiva-PYD---da/20805



bila her du partî jî li cîhê xwe rûnin. û êrîşî partiyeke din nekin!!

yek bi tayîb re dihere deran(lê ji xeynî pçdkê dixwaze bi hemû partiyên başûr re li hev bike) ya din bi tayîb re dipeyive, bi Esad re li hev dikin û bi artêşa azad ya sûrî peymana îmze dike(di xeynî partiyên di enksê li hev dikin)



19.05.2014 22:43 | berxweda

4. kesekî hinek xwediye hiş û fikir tu wate nade wî kiretê.ji ber ku tu hincetek wî kortî û şaştiye naye pêjirandin. tiştên ku dewletên nijadperset û xwînxwar dikin kdp jî îro wî dike.hinek kerên me jî hene dibêjin ger ku pdk'ê ev tişta kiribe sedemekî wî hey.tew gulê agir bi zevîye ketiye ew jî ketinin pêy firînka



19.05.2014 23:22 | newenda

5. bûyera ku hevoka "xwezî ez qereçî bûma lê ne kurd bûma" li min dide gotin e.

ma ne ev qas jî yaw. em kurd çi qas bê aqil in.

li rojava bûroya psk-s ê hat girtin û gelek baş jî kirin. çima ? ji ber ku pdk-s hebûna hikumata rojava nas nake, asayîşê, ypgê tu tiştî nas nake û jê destûr naxwaze. hikumat dibêje weke tu dixwazî partiyek ava bikî divê tu destûrê bixwazî û bi rêyên fermî partiyê ava bike an na tu nikarî. lê ew jî dibêjin em we nas nakin. ê qey li rojava qanûnên daristanê derbasdar e ? wê elbet li gor hinek qanûn û esasan tev bigere herkes.



sedema tişta ku barzanî niha kirî ihtimalek mezin ev e. lê elbet vê yekê ji xwe re weke hêcetek dibîne.

sedema bingehîn, hevkariya bi tirkiyê re ye...



20.05.2014 00:43 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûçeya tirşikê ya di dihayê de
» avêtina tweetan
» ser
» roja betlane
» welatperestî

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî