Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
the third planet - tirşik
the third planet
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. The third planet komeke mûzîkê ye ku pir-çandî ye. Endamên komê ji Kurdistanê, ji Cezayîrê û ji Hindîstanê û ji Îtalyayê ne. Komê xwestiye ku mûzîkek pir-zimanî û pir-çandî derxe holê. Li gor zanîna min kom li Îtalyayê hatiye avakirin. Kom ji aliyê rashmi bhatt, nazar abdulla û alexander robotnick ve di sala 1996'ê de hatiye damezrandin. Di albûmên komê de newayên Kurdistanê, Cezayîrê, Hindîstanê û Afrîkayê hatine bikaranîn.



Komê heta niha pênc albûm derxistine û albûmên wan ev in;

1- the third planet

2- salam salam

3- kurdistani

4- melt in time

5- hei narin



Endamên komê;

nazar abdulla (ji Kurdistana Iraqê ye, Li sazê dixe û solîst e)

maurizio dami (Ji Italyayê ye- Li piyanoyê dixe)

smail kouider aissa (Ji cezayîrê ye-Li piyanoyê dixe û solîst e)

rashmi v. bhatt (Ji Hindîstanê ye)

paolo casu(Ji Îtalyayê ye- Li def û darbûqayê dixe)



Li vir hûn dikarin li hinek stranên wan guhdar bikin û albûmên wan bikirin; http://www.last.fm/music/The+Third+Planet

Mixabin mîna gelek hunermendên kurd, malpereke wan jî tune. Loma min encax karî ji internetê hinek agahiyên belavbûyî berhev bikim.



hinekî cûda ye lê ez bixwe ji mûzîka wan hez dikim.



13.07.2013 12:50 | simurg56

2. xwediyê straneke bi nAVÊ zardasht in ku mîna mûzîkên hindûyan e.

ji xwe di komê de yên hindû jî hene, ez çima şaşwaz im tirşik?





19.08.2013 19:17 | simurg56

3. koma ku min texmînen du-sê sal berê wan, ji strana wana shekani

nas kiribû.



05.12.2013 21:16 | ceso

4. bi navê kurdistanî albûmeka komê heye ku sala 99ê derketiye;



1. Esmer

2. Baghdad Rai

3. Besauari

4. Baaran

5. Shekani

6. Lanja

7. Hei Naran

8. Charok



hemû stranên vê albûmê xweş in, lê bêtir kêfa min ji hey narînê re tê.



17.06.2016 01:43 | endazer

5. koma ku berî du rojan ji nişka ve hat bîra min. min bi tesadûfî dît ku wan di rastîyê de albûmeke din jî heye. navê albûmê jî dîsa The Third Planet e.
di vê lînkê de stranên di albûmê de hene: Here lînkê

her çiqas di vê lînkê de stran hê berî 6 mehan hatibin barkirin jî, heman stran berî salekî jî hatina barkirin.
stranên tê de:
-the third planet (stranek pir ecêb e. tam komê temsîl dike. jixwe belkî loma navê komê li stranê jî xistibin)
-mektoub
-salam salam
-n'satni
-sulimani
-raghupati
-karwan
-dylan'e jerbaaran (ez bawer im wateya dîlana bin baranê ye.)
-the rhythmic experince

min hinekî lê guhdar kir, xweş xuya dike. stranê the third planet, salam salam, sulimani û dylan'e jerbaaran bi kurdî ne. hinek ji stranan hema bêje enstrûmantal in jixwe.



25.12.2019 23:26 ~23:26 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» theodoros angelopoulos

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî