Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
karî - tirşik
karî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. geyayeke tehl û tuj e. ku mirov vî xav bixwe devê wî yê ji tujiyê biwerime lê mirovên me yên aqilmend gotine teqez dive em vî geyayê ecêb bixwin. li hev civiyane gotine, kî bikaribe vî geyayî bike xwarin em ê navê wî lê bikin. piştî van tir û fisên virde wirde; bi rastî ji dema ku piştî tujî û tehliya wê jê diçe bi genimê kutayî tê pehtin û dims dikeve nav de dibe xwarineka xweş. ev xwarin jî zêde naye nasîn



10.05.2014 01:14 | renas

2. (bnr: kardî)



10.05.2014 01:16 | birho_fîlo

3. giyaya tamxweş a dixwazim ji sergijikê bipirsim ka çi pêwendiya wê û ajalbunê heye.



22.01.2016 17:43 | azadixwaz

4. karî na lê karik ajaleke lê belê karî li cem me nebateke şerxwaz dilê wî li şere * lê ez evûqatê sergijikim ji bû nivîsek ne xurîbe gotiye ne ajale, ne nivîskare.. *, werhasil nebateke tehma wî tûje di şêve tirşoyê lê ne tirşe di çêkirina apraxande bikartînin û apraxên wî gelek xweşin bidest nakebe..



22.01.2016 21:06 | shorbevan

5. (bnr: kuvark)

ji aliyê sergijik ve ravekirinek ji min re hatiye rêkirin û xuya ye ji bo kuvark ev peyam hatiye avêtin û dixuye ji bo kuvark 'karî' dibêje. ez bi navê karî giyayek zanim loma tevlîheviyek pêk hatiye.



23.01.2016 13:15 | azadixwaz

6. giyaya ku tirk jê re dibêjin tirşik (weke tîrşîk dixwînin).

bi taybetî li aliyê meraşê pir tê nasîn û xwarin. dikin şorbe û wisa dixwin. li cem me jî şorbeya wê tê çêkirin. tama wê xweş e.



08.04.2016 23:43 | simurg56

7. Em wek kayrî bilêv dikin.
Ez zehv lê hez dikim.
Sibêzûyan li ser sifreya taştê da kayrî-hêka nav rûn da çêkirî xaş e..



02.04.2017 22:33 ~22:35 | bûtîmar

8. Em şûna peyva kuvarkê karî dibêjin, tiştê ku wekî giyayeke tehl û tûj peyamên jorê hatiye behskirin​ li ba me de navê wê karîberg e

Karî: kuvark (bi Tirkî: mantar)
Karîberg: giya, pincar (bi Tirkî navê wê çiye nizanim) giyayeke belgê wê dişibe belgê silqa.



27.05.2017 23:35 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» karîgerî

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî