Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mirtoxe - tirşik
mirtoxe
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarinekê kurda ye, di taştê de tê xwarinê

Bi rûn, ar û hêk tê Çêkirin.

Way diyaminê delal, zahf çêdikir, me jî dixwar.

Dibinim ku li menû yê "xwaringeha taştê yê wan ê" de cih digre, navê vî jî "murtuğa" dinîvisin.



10.05.2014 00:39 | mîr

2. (bnr: miltoxe)

xwarineka li ber çayê di taştêda gelek xweş bû nizanim edî bera xweşbû an ji tunebûnê... niha min ji zûda nexwarîye min tehma wî jî ji bir kirîye vê rojîya remezanê ji kuda ket bîramin ez jî nizanim.



01.07.2015 23:04 | shorbevan

3. (bnr: mertoxî)

li ba me dibêjin "mertoxî".



malzemeyên mertoxiyê:

têra kesên ku wê mertoxiyê bixwin arvan (ard), xwê, rûn



çêkirina mertoxiyê:

1. rûn bixe nav miqilkê, bila rûnê te biqijile.

2. paşê hinek arvan berde nava rûn, piştî ew arvan hinek qeliya, hinek din berde ser. bi vî awayî heta ku arvanê di nav rûn de qeliyayî ne pir tîr û ne pir ron be arvan lê zêde bike. (dema te arvanê di nav miqilkê de li hev civand divê serî hinek şil be, yanî zêde rûn bi ser neketibe.)

3. hê arvan baş neqeliyayî, hinek xwê lê bike. li gorî kêfa dilê xwe xwê hindik yan zêde bixê.

piştî ku rengê arvanê te bû qehweyî, miqilkê ji ser argûn rake. mertoxiya di miqilkê de bixe nav teyfikekê û afiyet û noşî can be.



li amedê, beriya ku mertoxiyê ji ser argûn rakin, hêkekê yan du hêkan berdidin ser û baş tev didin, paşê dixin teyfikekê. (bnr: xwarinên kurdistanê)



02.07.2015 12:14 ~12:17 | kardoxî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirtoxe

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî