Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kurd û serb yek kok in - tirşik
kurd û serb yek kok in
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tez û îdîaya camêrê bi navê rizgar mihemed renceroyî ku ev demeke li serbîstanê dijî di zanîngeheka serbîstanê de doktorayê dike..



''Endamekî Kombenda Zanyarî ya Serbistanê ku ev demeke mijûlî lêkolînê ye li ser gelên Balkan û nemaze Serban, dibêje Kurd û Serb ji yek kokê ne.



Rizgar Mihemed Rencero, ku Kurdekî niştecihê Serbistanê ye û endamê kombenda zanyarî ya wî welatî ye, niha ji xeynî ku mijûlî xelaskirina xwendina xwe ya doktorayê ye di warê ragihandinê de, ev çend sal in di aliyê zimanî û dîrokî de mijûlî lêkolînê ye ji bo selmandina wê yekê ku gelên Balkanê bi giştî û gelê Serbistanê bi taybetî ligel Kurdan xwediyê yek kokê ye.



Rizgar Mihemed Rencero ji Rûdawê re got: “Çend sal in li Serbistanê dijîm û ziman û dîroka wî welatî bala min pirr kişandin. Min karibû teqez bikim ku gelên Balkanê, ku navê wê nêzîkî Balekanê ye, û gelê serb bi taybetî koka wan ji neteweya kurd e. Beriya hezarên salan Kurdan koç kirine wî welatî û ew şên kirin.”



Rizgar Mihemed dibêje lêkolîna wî bala çend zanyarên serb jî kişand: “Bi taybetî li kombenda zanyarî ya serbî gotûbêj bi min re kirin û bawer kirin ku koka wan ji Kurdan e.”



Serbistan, Montenegro, Bosna-Hersek, Kroatya, Maqedonya û Slovenya, ku dikevin başûr-rojhilatê Ewropayê, ji van welatan re tê gotin welatên Balkanê. Bi dehan peyv li wan welatan bi giştî û li Serbistanê bi taybetî dişibin peyvên kurdî. Rizgar Rencero got: “Li Serbistanê bajarên mezin bi navên Rajan, Surçîn, Pîrot û Bêşke hene. Herwiha gundekî wan heye bi navê Bagirdan, ku robarek tê de diçe bi navê Morava yanî ava mor. Herwiha ji kaniyê re dibêjin kanî, ji dole re dibêjin dol û ji robar re dibêjin rêka ku peyveke xurû kurdî ye, ango ew rê xweş dike ji bo çûne.”

Lihevçûna navên serbî û kurdî

Rizgar Rencero herwiha got: “Di zimanê serbî de ji mirinê re dibêjin mirtev, ji jiyanê re jî dibêjin jîvot. Bi dehan peyvên din hene ku ser bi peyvên kurdî diçin. Yan zayenda wan vedigere peyvên kurdî, wek mînak li Serbistanê ji jinê re dibêjin jîvot, ji bira re dibêjin birat, ji bizmar re dibêjin yekser, ji çakûç re dibêjin çakîç. Ew jî belgeyên eşkere ne ku koka wan ji neteweya kurd e.”



Ji her 4 Serbiyan navê yekî Goran e



Hejmarek ji wan ajelên ku li Kurdistanê jî hene li Serbistanê jî hene û bi heman navî tên bangkirin. Rizgar Rencero çend mînakan tîne û dibêje: “Li Serbistanê ji jîjo re dibêjin yejek, ji mişk re dibêjin mişk, ji beraz re dibêjin peraz.”



Rencero wiha pê de çû: “Ji her 4 Serbiyan navê yekî Goran yan Zorkî ye yan Zîlan e. Niha li Serbistanê êleke mezin ku dora 200 kesî ye, navê wê Goran e. Li Kurdistanê jî eşîra Goran heye.”



Ji xeynî belgeyên zimanî, Rizgar di lêkolîna xwe de pişta xwe bi çend belgeyên dîrokî jî girêdide û dibêje: “Eger em jiyana Şah Konstantîn lêkolîn bikin, ku bajarê Qustentîne dirust kiriye û niha jê re Stembol tê gotin, emê bibînin ku Kurd li wan navçeyan jiyane. Ji ber ku Şah Konstantîn gotiye ez şanaziyê dikim ku ji êla Gutiyan im ji paşmaya Madan. Niha jî li bajarê Nişîn li Serbistanê ku yek ji paytextên Şah Konstantîn bû, qesr û meydanên mezin mane bi navê Mîdyana. Mîdya ku taybet e bi Madan û Ana xwedaya Madan bû.” http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/100720137



camêrekî di bin nûçeyê re ya dilê min xweşli hev aniye ji ber hindê ez ê xwe newestînim û rasterast şiroveya vî camêrê bi navê tirdad millizadeyî di vir de parve bikim..



''Xwedê aqil bide van "folk-etîmologan". Folk-etîmolog ji wan kesan re tê gotin, ku li gor hinek lihevchûnên rûveyî, yekser etîmolojiyekê ji peyv û girêdanên peyvan bi zimanên din re peyda dikin. Camêrî heger zanîba, qet ev vekolîna fuzûlî nedikir. Kurdî zimanekê Îranî ye, Zimanên Îranî liqek ji zimanên hindûewropî ne. Zimanên slavî (ango rûsî, sirbokratî, bulgarî, ukrayînî û hwd) jî malbateka zimanên hindûewropî ne. Bêguman etîmonên hevpar di navbera kurdî û sirbî de hebin, ji ber ku ji hem reg û rîsheyê hatine. Ev li cem vekolêrn "Indoewropean comparative linguistics" (zimannasiya berawirdî ya hindûewropî) ne tishtekî nû ye, berî 200 salan ve dihête zanîn.''



11.07.2013 13:53 | endazer


3. (bnr: tirk û hÛngarÎ yek kok in)



15.02.2014 14:19 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine
» serbaz
» yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê
» kokoreç

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi dirok zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî