Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
irréversible - tirşik
irréversible
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke fransî ye ku weke irreversible'a îngîlîzî, wateya wê "bêveger, jêneveger" e. yanî rewş û tişta ku êdî ne pêkan e ku jê were vegerîn.



navê fîlmeke gaspar noé ye ku di sala 2002an de hatiye kişandin. fîlmek navdar e;

1- sahneya tecawizê ya ku destpêka bûyerên senaryoya fîlmê ye, gelek navdar e. li gorî hinekan ji bo nîşandana wehşeta tecawizê mînakeke gelek serkeftî ye lê ez wisa nafikirim. ji ber ku yên vê sahneyê kirine navdar, wisa nafikirin û her tînin pêş û dîsa dîsa temaşe dikin.



2- fîlmê de, senaryo berepaş dimeşe. yanî bûyera dawîn pêşîn tê nîşandan û senaryo ber bi sedemên van bûyeran ve berepaş dimeşe. serê mirov piçek tevlîhev dibe. erê.



09.05.2014 20:19 | simurg56

2. fîlmê ku monica bellucci jî tê de dilîzê ye, li ser şîddet û wehşetê ye, kesên ku film temaşe nekiribin jî du sahneyê vî filmî baş dizanin,

1-sahneya tecawizê

2-sahneya kuştina tecawizkar

(bnr: heval spoiler nede)



09.05.2014 21:12 | kevçiyê dil

3. fîlma ku min digo qey min lê his kiriye lê niha piştÎ ku di tirşikê de liqayî navê wê hatim min darî fragmana fîlmê kir, min fêhm kir ku ev cara ewil e ez li fîlmê dinêrim, lê nizanim ji ber çi navê wê bi min xerîb nayê, min lê nêrî di nav arşîva min a fîlman de jî heye.



09.05.2014 21:32 | nanxwerê cilqetên

4. digotin li amerîkayê gelek jin dema sehneya destdirêjî de li sînemayê derketîne, temaşa kirine fîlmê berdayîne..fîlmek ku rexnevan hincal uluçî pê radî buye û gotiye ku monica bellucî rista xwe gelek serkeftî lîstiye, sehneyên fîlmê jî pir bi werekî kişandine.

mijara fîlmê hema tune qey bo sehneya tecawîzê fîlm hatiye kişandin e..

yek sehneya tecawizê ya herî navdar di vê fîlmê de heye ... fîlma "i spit your grave" ya yekemîn de jî sehneyên tecawîzê henîn..



09.05.2014 21:41 | havka

5. fîlmeke fransî ye ku di çend sehneyan de meriv fêm nake ka çi diqewime. ji ber ku kamera di wan sehneyan de ne sabit e û fîlm jî ji xwe berevajî ye, wekî memento. lewma divê sehneyên ewil piştî xilaskirina fîlmê dîsa bê temaşekirin lê sehneyên ewil jî merivan gelek aciz dikin.



15.11.2017 23:33 | sloujouc

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» irréversible

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî