1. nivîskarekî kurd e. sala 1977ê de li sêrtê hate dinyayê. |
|
10.07.2013 22:37 |
simurg56
|
2. li ser înternetê gelek û zêde aktîf e. |
|
11.07.2013 16:49 |
simurg56
|
3. ez nivîsên wi bi baldarî dişopîn im. |
|
14.07.2013 16:12 |
gulan
|
4. merîvekî başe! ji dil û can xwedî li zimanê xwe dertê û bi çalakîyên xwe û nivîsên xwe vê dîyar diki! piranî înternetê de li twitter ê de aktîfe. |
|
14.07.2013 16:22 |
urartu3000
|
5. li ser zimanê kurdî facebok û twitirê de heman hevokê heft hezar carî diguhirine diweşine. vik û vala. lê pirtûkên wî ne xirabin. dîsa jî ez kerixandime.gotineke meriv kûr û dûr tûnebe meriv ji di qalçikê guzê de bahozan radike. bes koçerim bes,pez çû ,mih çû bes. |
|
31.08.2013 23:36 |
tivirloismail
|
7. çekén wî penîr,sergîn,réx,tepik,sîr û pîvaz e lé mizaha wî pir xweş e... |
|
16.09.2013 00:57 |
doktorodi
|
8. evdile koçer dibéje:''qûna tazî tembûré dixwazî''... |
|
16.09.2013 00:58 |
doktorodi
|
9. pirtûka wî ya " mirin " de gelek çîrokên balkeş û çê min dît.lê belê çamero hata ewarê li ser înternetê dersê dide her kesî ew jî pir tiştekî meriv aciz dikê . |
|
16.09.2013 09:59 |
newenda
|
10. nivîskarek ji bavê xwe qûretir e qardasim, ji xwe pêve kesî naxwîne û naecibîne li nav nivîskarên kurdan. min ji ber wî û qûretiyên wî dev ji twitter ê berda. dema twiterekê diavêt, wisa dida xuyîn ku hemû ciyayên mezin e^n kurdîstanê yên bavê wî ne, ciyayên bicûk jî ji xwe ew wan afirandiye. ewqasî pozpilind lê mîzahkarekî rind e jî, ewqas. |
|
12.10.2013 14:48 |
dîno
|
11. wênyên wê gelek kich û arebesk in.kurdên me bi salan li ewrûpa dijîn hê nizan in cil û bergekî baş li xwe kin. |
|
12.10.2013 21:43 |
tivirloismail
|
12. nivîskarê 364 rojan bi Kurdî dinivîse lê tenê roja zimanê zikmakî tirkî an jî tirkmancî dinivîse. Ev jî protestoya wî ya li hember kurdîhezên rojekê ne. |
|
22.02.2014 04:19 |
berxweda
|
13. ciqas kurdîvar bibê jî mirovek pozbilinde, me ji kurdî sar dike. madem evqas li ser kurdî disekine, dive em kurdî hîn bibin li ewrûpa çi dike, bila were ser axa xwe bila werê kurdistanê ser zimên bixebite. li ewrûpa ser twiterê siyasetmedarê kurd, kurdên nezan( ber çawê wî) hema rexne bike. karê wî bûye ev, kurdî ber çawê me şêrin nake sar dike lo. |
|
22.02.2014 09:01 |
rêzan
|
14. dixwest ku biqÊriya |
|
27.05.2014 14:13 |
xelîlêzer
|
15. min pirtûka wî ya chîrokan xwendibû. poshman bûm. nizane binivîse.û hew |
|
27.05.2014 15:13 |
rojgar
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |