Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
evdile koçer - tirşik
evdile koçer
(4) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî kurd e. sala 1977ê de li sêrtê hate dinyayê.

ji bo demekê li zanîngeha uppsalayê li ser kurdî ders wergirt.

Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin. Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan.



pirtûkên wî yên heta niha hatine weşandin ev in:



govendistan, Mîzah, Weşanên Pêrî, Gulan 2002, Stenbol, 136 rûpel, ISBN 975-8245-62-7

mirin, Çîrok, Weşanên Aram, Cotmeh 2006, Stenbol, 79 rûpel, ISBN 9944-581-171-2

koçername, Mîzah, Weşanên Do, çile 2009, Stenbol, 128 rûpel, ISBN 9944-10861-8

pêlava birîndar, Çîrok, Weşanên Han, îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN 978-94040997-20-03

koçerbêj, Ceribandin, Weşanên Ar, Adar 2013, Stenbol, 88 rûpel, ISBN 978-605-63699-8-8



malpera wî ya fermî:

http://evdilekocer.blogspot.com



10.07.2013 22:37 | simurg56

2. li ser înternetê gelek û zêde aktîf e.

ji bo hîperaktîfê din (bnr: occo mahabad)



11.07.2013 16:49 | simurg56

3. ez nivîsên wi bi baldarî dişopîn im.

derûniya kurdên bakur bi zanîstiyek rave û berbiçev dike.

bi rastî ez şaş û matmayî dibim.

mirovekî li ser înternetê ewqas aqtîf çawa dem dibîne ji bo nivîskariyê?



14.07.2013 16:12 | gulan

4. merîvekî başe! ji dil û can xwedî li zimanê xwe dertê û bi çalakîyên xwe û nivîsên xwe vê dîyar diki! piranî înternetê de li twitter ê de aktîfe.



14.07.2013 16:22 | urartu3000

5. li ser zimanê kurdî facebok û twitirê de heman hevokê heft hezar carî diguhirine diweşine. vik û vala. lê pirtûkên wî ne xirabin. dîsa jî ez kerixandime.gotineke meriv kûr û dûr tûnebe meriv ji di qalçikê guzê de bahozan radike. bes koçerim bes,pez çû ,mih çû bes.



31.08.2013 23:36 | tivirloismail

6. sîr û pîvaz tinebin evdile koçer jî tine*)



16.09.2013 00:56 | doktorodi

7. çekén wî penîr,sergîn,réx,tepik,sîr û pîvaz e lé mizaha wî pir xweş e...



16.09.2013 00:57 | doktorodi

8. evdile koçer dibéje:''qûna tazî tembûré dixwazî''...



16.09.2013 00:58 | doktorodi

9. pirtûka wî ya " mirin " de gelek çîrokên balkeş û çê min dît.lê belê çamero hata ewarê li ser înternetê dersê dide her kesî ew jî pir tiştekî meriv aciz dikê .



16.09.2013 09:59 | newenda

10. nivîskarek ji bavê xwe qûretir e qardasim, ji xwe pêve kesî naxwîne û naecibîne li nav nivîskarên kurdan. min ji ber wî û qûretiyên wî dev ji twitter ê berda. dema twiterekê diavêt, wisa dida xuyîn ku hemû ciyayên mezin e^n kurdîstanê yên bavê wî ne, ciyayên bicûk jî ji xwe ew wan afirandiye. ewqasî pozpilind lê mîzahkarekî rind e jî, ewqas.



12.10.2013 14:48 | dîno

11. wênyên wê gelek kich û arebesk in.kurdên me bi salan li ewrûpa dijîn hê nizan in cil û bergekî baş li xwe kin.



12.10.2013 21:43 | tivirloismail

12. nivîskarê 364 rojan bi Kurdî dinivîse lê tenê roja zimanê zikmakî tirkî an jî tirkmancî dinivîse. Ev jî protestoya wî ya li hember kurdîhezên rojekê ne.



22.02.2014 04:19 | berxweda

13. ciqas kurdîvar bibê jî mirovek pozbilinde, me ji kurdî sar dike. madem evqas li ser kurdî disekine, dive em kurdî hîn bibin li ewrûpa çi dike, bila were ser axa xwe bila werê kurdistanê ser zimên bixebite. li ewrûpa ser twiterê siyasetmedarê kurd, kurdên nezan( ber çawê wî) hema rexne bike. karê wî bûye ev, kurdî ber çawê me şêrin nake sar dike lo.



22.02.2014 09:01 | rêzan

14. dixwest ku biqÊriya

lê nedizanÎ çawa

RabÛ xwe fÊrÎ qÊrÎnê kir

camêr bi ser jÎ ket

lÊ dema ku fêrÎ qÊrÎnÊ bÛ, ÊdÎ nedixwest ku biqêriya!

evdile koçer - pÊlavên birÎndar



pêwiste meriv pênÛsa hin nivÎskar Û helbestvanan bişkÎne. da ku carekÎ din nenivÎsin.



27.05.2014 14:13 | xelîlêzer

15. min pirtûka wî ya chîrokan xwendibû. poshman bûm. nizane binivîse.û hew



27.05.2014 15:13 | rojgar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» evdile koçer
» koçerên dîjîtal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî