Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 14 peyam
şahsiyet - tirşik

Zilamekî di destpêka alzheimerê de, dibîne ku wê tiştê kiriye ji bîr bike dikeve pê kuştina zalimên salên berê.....
(0 şîrove)
şahsiyet
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê rêzefîlmeke tirkan e. Gelek kêm berhemên tirkan ên bi qalîte heye, yek ji wan ev e. Serlîstikvan haluk bilginer lîstikvaniyeke hêja lîstiye.



26.11.2019 14:21 | berxweda

2. Rêzefîlmeke serkeftî ye. Cara ewil e min bêyî ecizî rêzefîlmeke tirkan temaşe kir.
Haluk Bilginer pirr serkeftî bû lê lîstikvaniya wê miymiya cansu dereyê ne xweş bû. Di sahneyên wê de min digot bila zûzûka derbas be. Ez ne şaş bim 12 beş bû.
Di puhu tvyê de weşiyabû



30.11.2019 20:34 ~22:19 | ferhenga şikestî

3. baştirîn rêzefîlmê ku ji aliyê Tirkan ve hatî kişandin e.



30.11.2019 23:59 ~2019.12.01 00:01 | gumgumok

4. Rêzefîlma ku mirov heyirî dimîne çawa Tirk rêzêfîlmekî wisa çêkirine lê sedema kuştinan û navçeya ku di rastiyê de derekî bi navê kambura nîne tam çand û civata tirkên anatoliyaya navîn dide nasîn.



01.12.2019 00:08 | biaqila malê

5. baştirîn rêzefîlm e ku ji aliyê tirkan ve hatiye kişandin. (cerribandina formata destpêkirina sernavan di tirşikê de)



01.12.2019 22:54 | serhednişîn

6. rêzefîlma ku xelata emmyê anîye ji bo haluk bilginer. min tenê navê wê bihîstibû lê ez bawer im ez ê destpê bikim. niha di tvyan de jî reklamên wê hene, wê gelek bibe popûler herhal.



02.12.2019 20:39 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
gotinên pêşiyan [1]
gotinên pêşiyan/145236 na, xelet e. Divê wusa be: mala êzidiyan nan bixwe, ma...
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» şahsiyet

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî