1. ez berî her tiştî encamê bêjim: di vê projeyê de "bi qasê 250.000 jin, zarok û zilam di ceribandinên zanistî/îşkenceyan de hatine qetilkirin." (bnr: kizu: the untold story of unit 731) ( vîdyoyê veke belgefîlma zdf'yê: vîdyoyê veke gelek wêne û dokument hene di derbarê wehşetên li vir. ger psîkolojiya we ne saxlem be, lê nenêrin. mînak; Here lînkê Here lînkê bicîkirina mirovan û di nava wan de teqandina bobeyan; Here lînkê xebatkerên navendê, navê maruta li girtiyan kirine. wateya wê di zimanî heremî de "qurmê darê" ye. yanî wan weke mirov nehesibandine. riyeke trênê li ber vê navendê derbas dibe ku tenê yek aliye. ji ber ku jixwe çûyîn heye lê veger tune. girtiyek ku dihat vê derê, piranî di nava 6 heftiyan de dimiriya. lê hinek girtî hebûn ku ji bo çavdêriya encamên demdirêj dihatin parastin. tê bawerkirin ku hinek zarok li vê navendê hatin dinayayê, hinek mezin bûn û di ceribandinan de hatin kuştin. ji ber xeletî û bêdîqatiya wan, ji leşker û sîvîlên japonan jî 16.000 kes mirine. ji bo ku nexweşiyan li amerîkayê jî belav bikin, general balonan daye amedekirin. armanc ew e ku bi balon û balafiran nexweşiyê li parzemîna amerîkayê belav bikin. çend hezar balonan amade kirine û ber bi amerîkayê ve şandine. tenê 200 hebên wan gihiştine amerîkayê. heta van salên dawîn jî japonyayê van tawanan înkar dikir û lêborînê nedixwest. lê berî çend saan hinek tiştan qebûl kiriye û lêborîn xwestiye. lê dana tazmînatê û parvekirina dna'yên qurbanan fîlan qebûl nekiriye. ev dînatiya çend mirovan an jî rêxistinek bû. di projeyê de bi qasê 10-20 hezar kesan cî girtine û bûne şîrikê vê gunehê. du roj in li ser vê mijarê lêkolînan dikim. min nekarî hemû çavkaniyan bi kar bînim. evqas agahî niha bes e. dema mirovan van û kirinên naziyan difikire, belkî rojhilata navîn di dinyayê de cihê herî bêguneh be. |
|
08.07.2016 11:53 |
simurg56
|
2. Mijara ku di tirşîkê eve 2 sale herî zêde bala min kêşandîye û hêrsa min anîye. Min di îşkenceyên nazî yên elmanîyayê de kirinên ceribandinên 'zanistî' bihîstîbu îşkenceyên cur be cur xwendibû lê tu car zanîna min negehiştibu vê astê. Ya rastî min neşîya ez hemîşka bixwînim ji ber ku ji destpêkê ve me'dê min xirab Bu. lê înşallah ezê rojekê bi cesaretekê ve vê nivîsa ku tirşîkê de herî zêde bala min kêşandîye bixwînim. |
|
08.07.2016 12:46 |
azad30
|
3. wehşîtiyên hê jî didomin lê belê bi hinek versiyonên din mînak; hemû dewlet û rêxistin,..û komel dema kesên hêsîr digrin li ser wan xwe perwerdedikin yanî kesên nikarin tûtikî ser jê bikin di vanade xwe hîndikin.. nelet liwan û heft bavê wan.. |
|
08.07.2016 15:30 |
shorbevan
|
4. Ew çi rewşa wan salan e law. Li her derê fahşetiyek! |
|
09.07.2016 14:48 |
berxweda
|
5. ev çi wehşet e ya rebbî. di siya simurg56 da haya min jê çê bû lê xwezî min nexwenda û nizanibûya. |
|
09.02.2017 13:10 |
nazim tolhildan
|
6. piştî wehşetên ku li bejahiyên efrîqa û ewropa û asîayê hatine kirin ji xwedayê erdû esmanan re şikur dikim ku xwedê me li nava van tiredînên rojhilata navîn da! şerefa hovîtiyê jî heye law! evan hovên dûrî me navê wehşet û hovîtiyê jî xera kirin xwedê wekîl. |
|
09.02.2017 21:29 |
ceso
|
7. (bnr: ji dinyayê sar bûn) û ji japonên ku di wîtrînan de tê risimkirin. berî niha haya min ji vê tiştê tune bû, niha nîka min xeribiya min diçe. gelo haya hayao heye... xwedayo! |
|
13.01.2018 21:11 ~21:19 |
biruya hayao miyazaki
|
8. Way arkadaş min nekarî ez hemîşka bixwînim dilê ranekir ku ez vîdeo û wêneyan binêrim kesê dikirin û dizanin çawa dikir û tehemûl dikir vê karesatê re mirov dimîne heyr.:(( |
|
05.12.2019 22:00 |
azad30
|
9. Min wextekî gernameyeke gerokekî xwendibû. Digo dema ez çûn Koreya başûr min digot qey îmana xelkê ji Koreya Bakûr diçe û hîç hej ji wan nakin lê min dît ku li başûr kes ji bakuriyan nefret nake berovajî vê yekê dilê wan bi bakuriyan dişewitiya lê tiştê ku bala min kişand xelkê Korêya Başûr hîç ji japonan hez nedikirin. Hama bêje hemî nefretê ji wan dikin. Tevî ku li Korêyê futbol ne rojeva xelkê de ye jî dema ku maça kore û japonyayê li dar dikeve li Korêyê jiyan wek ku qiyametê rabe disekine. |
|
05.12.2019 23:12 |
ferhenga şikestî
|
10. yek ji wehşitî û hovîtîyên sedsala bîstemîn a ku herî kêm tê zanîn û di bin siya hîroşîma û nagazakîû nazîyê de maye ye. |
|
06.12.2019 10:11 |
xelîl
|
11. Cihê ku bi tenê trênên yekalî çûye û vegerîn tune bûye. Û herwiha bûye sedema mirina 250 hezar çînî û rûsiyan. |
|
31.03.2020 03:00 |
xelîl
|
ameno [2] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |