1. li amedê navê cafeyeke dêrin û dÎrokî ye.. ne ku cafe, avahiya cafeyê dîrokî ye.. bi tirkî jê re dibêjin sülüklü han.. ez ne xelet bim bi awayeke kollektîv tê kargêrandin û birêvebirin.. bi piranî miştêriyên vir ji bo şerabê vexwin tên, lê hê min evdekê xwudê nedîtiye ku qîma xwe bi şeraba vê xanê anîbe, ji ber ku min venexwariye nikarim tiştekî bêjim.. buhayên vê xan xanimê û xanimê xanal xanimê xanimê li gorî cafe-xanên din ên li amedê biçekî dî buhatir in (an bi qewlê cizîriyan girantir in).. li nava hewşa xanê darek heye û xelk li bin siha vê darê disitirin û piştê li peyvê dişikînin, berê li quncikeka xanê, piyanok hebû û zilamekî carûbaran ji xwe re û ji miştêriyan re l piyanoyê dida.. ji mêj de ye pêjn jê nayê lê berê hema bêje serê her du sê hefteyan li vê xanê çalakiyên kulturî û mûzîkî yên wekê şeva xwendina helbestan, konsêrta nizanim kê dihatin li dar xistin, par meha remezanê, fÎlmên xweş lê dihatin nîşandan.. |
|
06.06.2014 12:17 |
endazer
|
2. (bnr: mêvaniya li bajarê amedê) |
|
06.06.2014 15:30 |
endazer
|
3. Di sernava sülüklü hanê de rastî xana zêlûyan hatim. Bi rasterast ji suluklu hanê zivirindiye yan bi navê xwe yê orjînal e? Piçekî li ser googleyê geriyam dibêm dîroka navê xana zêlûyan tune ye. Ji ber ku kesek ev nav di nivîsa xwe da bikarneaniye. Xemgîn bûm. |
|
03.08.2020 10:05 ~10:06 |
kajav
|
4. Demek di nav vê xanê de bîrekî hebû ye. Têde ji nexweşan re bo şîfayê zêlû dihat xistin. Bi vê kiryarê navê xanê bûye xana zêlûyan. |
|
03.08.2020 10:47 ~10:53 |
kajav
|
5. çima meya vê cafeyê ewqasî navdar bûye baş nizanim, hêşê min nagire însan pir ecêb in. lê texmîn dikim mesele çi ye. meyeke erzan e, ti taybetiyeke wê tune ye, çend sal berê ez û hevalekî min em çûn, hevalê min pirr rika şerabê girt. min jî got temam û me xwest. li gel şerabê penêra ezîneyê jî anîn. min qurtek jê girt devê xwe û bi darê zorê min vexwar. min şûşeya xwe jî da hevalê xwe. lê penêr ecêb xweş bû ha. gotin em bi sîparîşê ji ezîneyê niza ji kîja gundî tînin. |
|
07.12.2021 13:36 ~13:41 |
ferhenga şikestî
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |