1. hema bêje pirraniya stranbêjên kurd ên li bakurê kurdistanê ne.. bi qewlê biwêjekî nanê xwe ji îsa dixwin û selewatan li mûsa pêxember tînin.. heq ew e ku devê wan û dengê wan û zimanê ku pê diaxivin bê boykotkirin.. yek ji wan aynur doğan e, ji xwe hewce nake ez behsa stranbêjên lokal ên kurd ên ku nedikarin ne bi tirkÎ Û ne bi kurdî derd û merema xwe bi zar û ziman bikin, bikim.. |
|
10.06.2014 00:07 |
endazer
|
2. hind hene ev bi salana stranên kurdî dibêjin kurdî ji di zanin lê xiret nakin sê-çar hevoka bi kurdî binivîsin. |
|
10.06.2014 23:23 |
ciwanpiroz
|
3. hingî mirov li stranbêjên kurdî guhdar dike û mirov fahm dike ku bi kurdî nizanin, mirov naletê li koka xwe tîne. min îroj li straneke guhdar kir ku navê wê yê ''awaz baran - tu evîn'' bû, hingî zilamê xelet telafûz dikir, zikê min êşiya. |
|
19.03.2015 13:33 ~2015.03.28 23:03 |
remlavêj
|
4. berî herkesî tûran şengul hat bîra min.lê ez dibêjim qey nêzîkî 10 qenalên muzîkê bi kurdî hene û asta stanbêjiyê û gohdarkirinê bi çend sloganan an jî bi evînek erzan sînorkiriye. ew sînor jî wan kêfxweş dike ,wan aciz nekin * |
|
28.03.2015 23:15 |
diranfîq
|
5. Yusuf harputlu û ND jî ji van ne camêrane.yek bûye hingivfiroş bi zamanê kurdî hey hey diaxife dike bênûştê devê xwe ya dine ND ee zaten hûn pir baş nas dikin ne hewce ye em ser wî 2 tîpan bînin ber hev. |
|
29.03.2015 00:52 |
quşxaneli
|
6. bazirganên kurdî ne. min îro du ji wan stranbêjan li barek dît ser hunerê bi tirkî diaxivîn. kesên kurdî dinivîsin, kurdî distrin divê kurdî jî biaxivin. heger nakî nexwe bicehme here ji tirkan re bibe îbo an jî ceylan |
|
21.02.2020 02:34 |
hespêsor
|
7. Hîç fahm nakim çima hewl nadin ku bi kurdî biaxivin ! |
|
22.02.2020 00:11 |
bayê kurdo
|
8. Huner , gotar , jiyana xwe ve ji bo kurdan mînak in. |
|
22.02.2020 00:55 |
brzn
|
9. Stranbêjên dengê gelekên wan xweş in lê mixabin piranî nizanin bi zimanê xwe. Ev pirsgirêkeke me Kurdan a mezin e mixabin. Divê di serî de kesên wekî stranbêj û lîstikvan pêşengiya ziman bikin ji ber ku ew bêtir xwe digihînin mirovan. |
|
03.06.2020 13:56 |
xabûrî
|
10. Xwezî serbangê serbang jî di nav vê kategoriyê de bûna. |
|
03.06.2020 17:02 |
yûsiv
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |