1. yên ku xwendina wan, piştî temaşe kirina filmê gelek xweş e. gelek caran piştî mirov guhdarî filmekî kir, dixwaze hinek di derbarê de biaxive û fêm bike bê ka wî çi jê fêm kiriye û xelkê çi fêm kiriye. an jî dixwaze di derbarê de tiştek binivîse. |
|
23.10.2014 00:12 |
brusk56
|
2. sernivîsên ku bi min divê di zimanê xwe yê orjînal de bê vekirin. hey nexwe tevlihevî çêdibe. |
|
23.10.2014 00:17 |
brusk56
|
3. a ku divê sernivîsên wê bi kurdî bên nivîsîn, heta ku ji destê me bê. ji ber weke zimanekê divê em ber xwe bidin û pêşde bibin, ji bo wê jî navê kurdî pir giring e. weke mînak filma rang-e khoda ê îranî bi îngilîzî weke the color of paradise hatiye pêşkêşkirin û hevalê binnivîsa wê wergerandî kurdî jî weke rengê xwedê binav kiriye. niha divê li bin kîjan navîde be? ji min teqez divê bi ya kurdî be, helbet bilanavên din jê bên nasandin lê ya herî giring a kurdî ye. |
|
23.10.2014 01:08 |
azadixwaz
|
ameno [2] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |