1. Sebrî Botanî nivîskarekî kurd e. Botanî di sala 1925an de hatiye dinyayê. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, wêje û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û heta dawiya jiyana xwe li Norwecê dijiya. Hin ji kitêbên Sebrî Botanî yên çapkirî ev in: |
|
09.04.2014 19:05 |
bijîmillah
|
2. Şairekî Kurd e yên demên 50-60 yî. Meriv dikare bibêje hemdemê cegerxwîn, Qedrîcan û yên din e. Carekê li ser twitterê Xalid Sadinî û şopînerkekî xwe di derheqê Sebrî Botanî dipeyivîn. Xalid Sadinî teqez dikir û digot ew li ser hemû berhemên Sebrî Botanî dixebitie bo çapê. ew xebat di çi astê de ye meraq dikim. Çap bû an na? |
|
26.01.2015 21:16 |
seydayê_peyvan
|
4. Helbestvan, nivîskarekî Kurd e. Sala 1925an de hatiye dinyayê. Gelek helbestên wî li alîyê hunermendên delal hatine bestekirin. Ji wan hunermandan yekî jî mihemed şêxo, ciwan haco û şivan perwer e. Yara nazenîn: vîdyoyê veke Ez bûme pîrê xemcivîn: vîdyoyê veke ciwan haco Zingil: vîdyoyê veke Dil ji min bir: vîdyoyê veke şivan perwer Me çi kir: vîdyoyê veke |
|
02.12.2019 08:42 ~09:22 |
kajav
|
5. Di helbesta xwe de dînfroşa kirîye mijar. Giran giran wan rexne kirîye. Dibe ku piştî enfal û komkujiya helepçeyê ev helbesta xwe nivîsîye. |
|
17.03.2020 15:05 |
kajav
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |