1. mezintirîn binke û baregeha ezmanî ya li ser rêgeha dinyayê ye.. û herwiha mezintirÎn peyka çêkirî ya dinyayê ye ku di rêgeha dinyayê de ligel peykên din ên dinyayê çerx dibe.. cara ewil di sala 1998an de modûla ewil ya rawestgehê ji bo valagehê hatiye verêkirin.. rawestgeh li valagehê bi awayê bi hev ve kelijandina modûlan hatiye temamkirin.. modûl bi riya rokêtan ji bo valagehê ji bo ku bên montekirin hatine rêkirin.. ev projeya mezin bi hevkariya 5 ajansên valagehê yên amerîka, rûsya, kanada, japonya û ewropayê hatiye çêkirin.. heta niha ji 15 miletên cuda ji sedî zêdetir astronot çûnê û lê bûne mêhvan.. herwiha evê rawestgehê rekora rawestgeha bi navê mir ya rûsyayê ya herî zêde li ser valagehê mayînê jî ji desta wergirt.. biryar bû ku heta sala 2020an ev rawestgeh li valagehê bimîne, lê amerîkayê biryara dirêjkirina mayînê heta sala 2024an da.. sîstem û ekîpmanên ku biryare di keşf û lêkolînên li ser heyv û marsên bên bikaranîn cara ewil di vê rawestgehê de di nav atmosfera valagehê de tên test û tecrûbekirin.. |
|
25.06.2014 16:24 |
endazer
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |