1. kifşkirina telê tiştekî, endizandin, peyîftin bi devoka drûnkera lê girtin. |
|
11.08.2015 22:58 |
shorbevan
|
2. Pêyvek pirr xweşik e û ji bo dirêjahî , kîlo ango tiştekî din tê bikaranîn. |
|
08.05.2019 21:33 ~21:33 |
brzn
|
3. youtuberek ji youtuberên kurd, xanimek, bi kanala xwe ya (bnr: xwarina dayika min), xwarinên kurda çê dike. di vîdyoya "SAVAR GOŞT Û TIRŞIKA FASOLÎYA"yê de dibê: "pîvana savar ne hewce ye ez bibêjim..." gava di mitbexê de diya min û ez, me qal dikir, niza'm kîjan xwarin çawa were çêkirin tahmxweş dibe. diya min go, - "du welçek av..." û niza'm çi. min qesta go, - "welçek çi ye xwişkê, hûn bi zimanê xwe çi dibêjin?" - "wille... em dibên... em jî dibên welçek." min go, - "pîvan?" min anî bîra wê û em pê keniyan. em pê keniyan ji ber ku her tim ez dipirsim "ka kurdiya filan peyvê tuneye?" dibê "na heyra, em zî wer dibên." û bi min re dikeve nîqaşê. dawiya her car gotina min derdikeve. heya ji min tê, ez nahêlim zimanê me bi peyvên ziman ên din tevlihev bibe, bîlesebeb. |
|
08.05.2019 22:58 |
mirovekirind
|
4. ya rast peyva pîvanê helbet dizanim lê nizanim çima li zimanê min rûnanê. wek fîîl baş e, pîra min jî digot "dipîvim" lê wek nav "pîvan" qet xweş nayê guhê min. pîvanek birinc, pîvanek qehwe, sankî pir çêkirî xuya dike yaw. dibe ku ji olçek û welçekê baştir be ya rast lê nizanim. |
|
08.05.2019 23:02 |
roza
|
5. Peyva ku min sifte bihistiye. |
|
08.05.2019 23:14 ~23:14 |
cinorek
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |