1. navê taxeke, bajarê qedîm, diyarbekirê ye. pirr qerebalixe lê bi qasî qelebalixiya xwe valaye jî. kolana vî taxî ya herî navdar 'kolana hunerê' ye(çi huner çi huner mala min!) lê vê dawiyê navê vê kolanê wek 'kolana cafeyan' hat sererastkirin helbet navê rast jî gere ev nav be ji ber ku her derê vê kolanê kafe-qahwexane ne ev nav pêtir lê tê. |
|
05.12.2013 13:40 |
mîrêhekarya
|
2. navê taxeke amedê ye navdartirîn taxê ya amedê ye carinan ez jî di nav vê taxê ve dibuhurim hîseke ecêb min dipêçe digel ku 15 sal li ofîsê jiyam jî dîsa xwe di wir de biyanî hîs dikim ez bawer im ne tenê ez hemû amediyan wisa difikirin ji ber ku gava bajariyên amedê dikevin ofîsê dibên qey li vir kolana îstîklalê ye û tevger jî divê piçikek nûjen be nûjeniyeke bêwate û vala keçên ku di ofîsê de digerin nîvtazî ne û lawên beredayî jî heta nîvê şevê ku devê wan bigilêz temaşeyê qîzan dikin bi taybetî jî di ber " îş bankasi " tijî sût û lêçan in..gava ku çalakiyeke hebe û protestoya girtina dikanan hebe qet ofîs gûhê xwe jî nade..jixwe ez qet qala kolana hunerê nekim divê navê wê bibûya " kolana okey û populîzmê " carinan mariv neçar dimîne ku here ji ber ku ji xeynî wê derê hevalên me yên keçik nikarin rûnin mariv jî mecbur dimîne diçe û heta ku mariv ji wir rabe dîn û har dibe ez dikarim bibêjim ku ji ber ku neçim li wir qet halê hevalên xwe yên keç napirsim yan jî dibêjim ger ku hûn werin roj cafeyê emê hevudu bibînin. .pirri caran dibêjim baş e ku avm hatine çêkirin ji destê esnafên ofîsê ve el-eman! niha qet têkildar nabim bi wan re hemd û sena ji te ya reb. |
|
05.12.2013 18:56 |
ferhenga şikestî
|
3. zêde kes pê nizane lê vê semtê navê xwe ji avahiya tmo yanî tarım mahsullaeri ofisi bi wateya xwe ya kurdî û kurmancî ofîsa berhemên çandiniyê distîne anku standiye.. |
|
05.12.2013 20:08 |
endazer
|
4. sEMTA AMEDÊ A KÛ ESNAFÊN WÊ BI ÇAVÊ '' KA EZ ÇAWA BIKIM VÎ INSANÊ BIXAPÎNIN Û ZÊDETIR PEREYAN JÊ VEKIM '' DINÊRÊ YE... |
|
05.12.2013 21:09 |
nan û av
|
5. semta ku carekî di heqê wê de di tolaz.orgê de xebereke wiha derketibû û min ji kena zik û pişt kiribû. |
|
05.12.2013 21:26 |
ceso
|
6. "jiyan li ber êvaran, li ofîsê meqnetûs e" r. Jiyan |
|
06.12.2013 20:37 |
hemdilaarda
|
7. semta amedê a herî qerebalix e . |
|
10.12.2013 00:03 |
brusk56
|
8. navê taxa ku kolana hûnerê ku wê bê rakirin lê ye. |
|
27.11.2014 13:17 |
brusk56
|
9. (bnr: mâlofîs) |
|
27.11.2014 14:08 |
hûteheftserî
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |