1. nimêja ku misilman roja îniyê dikin.. li ser her mêrekê misilman ên bîrewer û gihiştî ferz e.. çend şert û şirûtên vê nimêjê hene behskirin û ravekirina wan jî bila behra hevalên dî be.. |
|
04.04.2014 14:21 |
endazer
|
3. di berê de xulbe wek civîneka olî yan jî civakî dihate pêkanîn lê niha tenê çend gotinên ola desthilatdaran tên gotin û propagandaYên hukûmetê tê kirin. ji ber vê yekê gellek bawermend naxwazin nimêja xulbê li mizgeftan bikin û berê xwe didin qadên sivîl ango qadên bêdewlet. |
|
04.04.2014 15:50 |
renas
|
4. nimêja ku eger li amedê bim heta ji destê min tê diçim li mizgefta mezin dikim.. |
|
23.05.2014 12:09 |
endazer
|
5. nimêja ku dema diaya ji bo parastina dewleta tirk tê kirin, jê re nabêjim amîn. |
|
30.05.2014 20:53 |
simurg56
|
6. ji ber wan xudbeyên Dîyanetê ên kirêt, a xilbê di deqqa dawîn de diçim mizgeftê, nimêja xwe ya ferz dikim û dertêm. |
|
31.05.2014 02:32 |
seydayê_peyvan
|
7. nimêja ku du sal berê min dînê tevhîd qebul kir û min dest berda. ev du salên pişt meleyên dîyanetê bejna xwe natevînîm. berîyê de ez her hefte diçûm xwedê gunê min efû bike înş. yên ku hê diçin ji xwedê rîya rast nîşanî wan bide înş. |
|
31.05.2014 12:23 |
resençiyayî
|
8. nimêja ku ji ber ku carinan di xew de dimînim nikarim herimê.. |
|
31.05.2014 13:01 |
endazer
|
9. (bnr: îniya sivîl) |
|
31.05.2014 13:01 |
endazer
|
10. nimêja ku êdî ger ne li taxeke kurdan bim û bizanim wê mela di weza xwe de gûyek nexwe û gotinên faşîst nebêje, naçimê. |
|
15.01.2016 20:44 |
simurg56
|
11. limêja li bajarên tirkîyê diayên wan û wehzên wan eve allah vatanımızı ve milletimizi korusun..teröristlerin bin belasını versin, fırsat vermesin.. tabî kurdên meyî ji wanre terorîst tê gotin diçin limijê ew jî dibêjin amîn amîn..neçin nedin dû wan muşrîka gunehê we ji minre neçin! fetwaka wiha heye: tirsa merivî can û mal û namûsa xwe ji dest bide ku hebe ne ferze.. niha rewşek wisa derxistine holê van misilmana(şiî/sunî).. min wiha jî bihîstibû edî rast ne rast ez nizanim "li cîhekî zilm hebe/ bindestbe lêmêja înîyê ne ferze" werhasil hûn diçin naçin bi kêfa xwene şikir ji xwedêre va ez demek dirêj çêbû naçimê carna bavê min min bizorê dişand carna xwedênegravî diçûm.. carna jî ez diçûm înternetê seetek dimam * paşê ez diçûm bavê min digot ka min te li camîyê nedît kuro.. min jî digot ez çûm camiyek din(camiya ecem).. werhasil min carna birayê xwe dixapand min digot tu nehatibûy camîyê wî jî heftê sondî dixwar digot ez çûme dîsa min digot ne vir be wehzê mele çibûn? wî jî digot, dema bavê min bigota tu nehatî filan û bêvan min jî digot wehzê mele wiha bûn* teze bawerdikir û bi vî awhayî em bê bela ji hev difilitîn * carna jî min digot ji sê hefteya meriv du hefte neçe jî tişt nabe.. werhasil jibû neçûma min dikaribû sed teqleyan baveta.. * |
|
16.01.2016 00:30 |
shorbevan
|
12. mijara gotara îro, birayên me yên mezlûm yên li helebê bûn ;) |
|
09.12.2016 23:15 ~23:42 |
endazer
|
13. nimêja 2 rekat e. lê li gorî rîwayetê dibêjin li herêmekê kîjan ceme'et pêşiyê dest bi mêja îniyê bike a wan qebûl dibe. ji ber wê şafiî piştî mêja îniyê li mêja nîvro jî dikin da ku kêmasî nemîne. |
|
09.12.2016 23:38 |
berxweda
|
14. ferza wê xutbeya wê ye. 2 ruk'et û nimêja 4 rik'et, kîjan girîng e an ne girîng e; mesele ne ev in. her roja înê misilman ji bo arîşeyên di navbera xwe û xwe û alemê de safî bikin an li ser guftûgoyan bikin dîwana xwe kom dikin. lê îro gelekî ji vê armancê dûr ketîye. tê bîra min wê hefteyê çiyayên kurdistanê dişewitîn, leşkera agir berdabû gelek devera; xutbe li ser hefteya daristanabû. heçku kenê xwe'l me dikirin. |
|
10.12.2016 12:05 |
xendekî
|
15. (bnr: nimêja înê) |
|
12.01.2020 00:34 |
gumgumok
|
16. Ji bo misilmanên îro, hebûn û tunebûna wa ye, heger neçin nimêja înê mîna Xirîstiyanan tu dibe qey têne afaroz kirin, ewqasî ji bo wan giring e. Lê wekî din tu dibê qey nimêjên her penç dema li ser wan ne ferzin. |
|
20.01.2020 23:40 |
merwano
|
17. Heyran wele baş e ku mirov here lê mela di weazan de qala 23nîsanê û 3o agustosê bike hîletê mirov jê diçe |
|
21.01.2020 20:05 |
oceancr
|
18. Nimêja ku heya 3 sal berê jî bê navber, bêyî ku carek jî jê nuqsanî hebe li ser hev diçûm. Ji xwe demekî feqî, demekî xwendekarê quranê û demekî muezinê camiyê bûm ku ne pêkan bû neçûma xutbê. Lê ta wê roja mela derket ser mînbera şerîf û dest bi xwendina kaxiza ji hikûmata enqerayê hatibû kir. Her tim melê me bi erebî dest bi xutbê dikir, paşê hinek bi tirkî we`z û nesîheta dikir û piştre tavêt xeta kurmancî û heya jê dihat dirêj dikir. Lê nizanim êdî hinek segbavên li qirûş û eferimê xwe digerin wî gilî kirin an çend memûrên dihatin xwe di qozîka camiyê de diqurnisandin li cem miftî giliya wî kirin. Ji wê rojê şûnde melayê me xwe avêt bextê tirkî û terka kurmanciya şêrîn kir. Êdî xutbê bi temamî bi tirkî dixwend. Vêca ewjî ne bese behsa cejnên hikûmatê dikir, nifiran li me kurdan dikir, propogandaya hikûmatê dikir. Rojekê ji roja înê dîsa melê me mîkrofona xwe eyar kir, cibbê xwe li xwe kir, şaşika xwe li serê xwe şidand û yek bi yek pêlikên mînberê derket. Destê xwe avêt berîka cibbê xwe yê hundir û fermana ji enqera şewitî hatibû derxist. Min dî bû zîke zîka mîkrofonê û mela fermanê li ser miletê dixwand. Behsa "ecdadê me" mihemedê mala osmaniya dikir ku bê çawa stenbol "feth" kiriye. Min dî behsa mezinahiya miletê tirk dike. Hew min nedît firêmê mele hew zevt kir û bi şid pêde diçe. Ma tê bêjî behsa " terorîstan" nekir, ma tê bêjî behsa "terorîstên binxetê" nekir. Ma tê bêjî bo lingê leşkeran li efrînê li keviran nekeve dua nekir. Her cara dirêj dikir cimaet ji xutbê radibûn û diçûn. Lê gava herî dawî behsa efrînê kir êdî kêr gihaşt hestû. Cimaetê xwe gijî mela kir û wî ji xutbê daxist. Êdî derfet nemabû ku ew mela li pêş cimaeta me nimêj bike. Mele ji camiyê hat aforozkirin ta melayek din ji camiya me re hat şandin. Çend hefte camî bê mela ma. |
|
13.12.2021 13:10 |
tîrêj zana 21
|
ameno [2] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |