1. kovareke di derheqê dîroka kurdan e, bi zimanê tirkî tê weşandin. du mehan carê tê weşandin. hejmara dawiyê (ya 8min) li ser çapemeniya kurdan ya di dema osmaniyan de ye. kovareke pir girîng û birumet e. ( www.kurtarihi.org ) |
|
08.09.2013 13:58 |
ruhavi
|
2. kovara ku carinan meqaleyên bi kurdî jî diweşîne ye.. nizanim hejmara çendê bû lê meqaleyeka bi kurdî li ser kurdên îranê yanî yên rojhilatê kurdistanê hatibû weşandin.. xweyê meqaleyê jî yekî nas bû lê navî nehat bîra min niha.. |
|
08.09.2013 14:10 |
endazer
|
3. wextekê hin tirkînûsên ji kulan re kurdînûs qeşmeriyên xwe kiribûn û dev avêtibûn rêvebiriya kovarê ku ji çi re weşana xwe bi kurdî nakin û nan û dew. hingê wan jî gotibû ku em vê ji we kurdînûsan re dihêlin, ji we tê bikin. rast gotibûn. heke ji me bê em ê bikin, lê heyf û xebînet ji min nayê. kovareke baş e, bixwînin û nekin kovika qidaman. |
|
08.09.2013 14:42 |
înano lo
|
4. kovara dîrok û çanda populer a kurdan e. bi kurdî û tirkî weşanê dike. Xwediyê wê dawut rêbiwar, edîtorê wê jî mesut yegen e. Heta niha yanzdeh hejmar derçûye. qapaxê hejmara dawî(11) li ser nasnameya bedîûzzeman Seîdê kurdî û tahrifatên di berhêmên wî de hatine kirin. Hew wiha di kovarê de beşa (vbr: arşiv tozu) yanî (Toza arşîvê) ya ku ji aliyê nilay ozok gundogan ve tê amadekirin pir muhîm û balkêş e. |
|
01.05.2014 04:36 |
seydayê_peyvan
|
5. Di hejmara dawîn* de li ser meseleyên balkêş û curbecur sekiniye. Wekî tahrîfkirinên rîsaleyê nûr, hevpeyvîna bi roşan lezgîn a di warê standartbûna zazakî, xerîte û nexşeyên kurdistanê yên kevn, gotareke dirêja bi kurdî ya li ser şairê klasîk ê divan edebiyatı ya tirkan fuzûlî... |
|
12.05.2014 23:02 |
ceso
|
6. Kovareke pir rind e. Dizayn, grafîk, qalîteya nivîsan û armanca wê birastî jî hêjaye . Lê mixabin qedr û qîmetê wê nayê girtin û nayê xwendin û nayê firotin. |
|
30.03.2016 17:18 |
gumgumok
|
7. Kovareke xweş e lê bi tirkî ye |
|
30.03.2016 17:38 |
bêvila nazmîkirik
|
8. kovara ku ez ê rojeke ji hejmara yekem ta a dawîn bistînim e. lê ez jî nizanim ez ê kengî bistînim. |
|
30.03.2016 18:31 |
kurê xelkê
|
9. Kovara ku ji ber nexwendinê îza û zehmetî dikêşin, 3 meh ji ber krîza maddî ku ew jî ji ber nefirotina kovarê derketîye nehatibu çapkirin, kêm mabu da bête girtin lê bi xêra weqfa îsmaîl beşîkçî dîsa derket û êdî bu weşana wan. Here lînkê |
|
03.06.2017 23:15 ~2017.06.04 00:23 |
azad30
|
10. Ji hejmara 28an vêde ji alî weqfa Îsmaîl Beşîkçî be tê weşandin, malpera weqfê herdû hejmarên dawîn vekiriye li ser malperê |
|
16.04.2020 10:10 |
afa
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |