1. têgeheke kurdî ye.. di çapemeniya kurdî ya li başûr û rojhilatê kurdistanê de gelekî tê bikaranîn.. di ferhengên li ber destê min de, ez liqayî vê peyvê û wateya wê nehatim.. lê bi qasê ku ji hevokên ku ev têgeh xwe lê digire, dixweye, tê wateyên wek qaçaxçî û hemal û barkêşê.. |
|
10.02.2014 18:00 ~2020.04.11 22:48 |
endazer
|
2. karê ku destê tunebûn û fekîrîye li cîhanê de tene kurd bikartînîn. hêrçar parçen de herî zêde alê îranê û iraq ê de navbera sînorên van herdu dewletên dagirker de tê dîtîn. ser ker,hesp û qantirran barên xwe sînor derbasdikin. karêki dijware.navbera sînoran de tên kuştin,çîyayan dikevin û serma u seqeman dicemidin dimrin. |
|
22.12.2019 21:49 |
golikvan
|
3. Peyvek e ku ez nû seh dikim/dibihîzim. Ji ber ku misêwa me peyva qaçax bi kar dianî. Sed heyf û Mixabin bes kurd êşên giran dane di vê karê de . Mînaka Roboskî ango ew bobelata xopan bes e bo nîşandanê. |
|
22.12.2019 22:08 |
darînê daryo
|
4. qenela youtubeê ya voainkurdi ser wan videoyek bi kitekit çêkiriye, fermo: |
|
27.03.2021 19:14 |
ezcan
|
5. Tiştekî ecêb e ez jî li ser Facebookê li wê vîdeoya jorê a heval ezcan lînk parve kiriye rast hatim. Ji xwe dijminê Kurdan kêyfa wan tê ji bo vî halî me. Xwezî binnivîsa îngilîzî jî hebûya yan jî belgefîlm bi Îngilîzî jî bihata weşandin bila dinya rewşa me bidîta. Belkî gunehê hinekan bi me bihata me rizgar bikiranan ji van hovên dora me. Mala bêdewletiyê xera bibe. |
|
27.03.2021 22:29 |
xabûrî
|
6. Kesên ko kolbertî dikin re tê gotin. Kolber nav şertên zihmet û dijwar da dixebitin. Ev karê zor û zihmet ji ber perçebûna kurda derketiye holê. Rayeya kuştinê destê Leşkerên artêşa dewleta îranê heye û heta niha gelek kolber jî hatine kuştin. Nav kolberan pîr-ciwan gelek kes heye. wek kurdên li tirkiyê înşaata da beşên herî zihmet dixebitin kurdên îranê jî wir wisa dixebitin, ji ber ku wek kurdên tirkiyê xeynî vî karî çareya wan tunne. |
|
20.12.2022 17:56 |
pêşewa
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |