1. peyveke fransî ye ku weke irreversible'a îngîlîzî, wateya wê "bêveger, jêneveger" e. yanî rewş û tişta ku êdî ne pêkan e ku jê were vegerîn. |
|
09.05.2014 20:19 |
simurg56
|
2. fîlmê ku monica bellucci jî tê de dilîzê ye, li ser şîddet û wehşetê ye, kesên ku film temaşe nekiribin jî du sahneyê vî filmî baş dizanin, |
|
09.05.2014 21:12 |
kevçiyê dil
|
3. fîlma ku min digo qey min lê his kiriye lê niha piştÎ ku di tirşikê de liqayî navê wê hatim min darî fragmana fîlmê kir, min fêhm kir ku ev cara ewil e ez li fîlmê dinêrim, lê nizanim ji ber çi navê wê bi min xerîb nayê, min lê nêrî di nav arşîva min a fîlman de jî heye. |
|
09.05.2014 21:32 |
nanxwerê cilqetên
|
4. digotin li amerîkayê gelek jin dema sehneya destdirêjî de li sînemayê derketîne, temaşa kirine fîlmê berdayîne..fîlmek ku rexnevan hincal uluçî pê radî buye û gotiye ku monica bellucî rista xwe gelek serkeftî lîstiye, sehneyên fîlmê jî pir bi werekî kişandine. |
|
09.05.2014 21:41 |
havka
|
5. fîlmeke fransî ye ku di çend sehneyan de meriv fêm nake ka çi diqewime. ji ber ku kamera di wan sehneyan de ne sabit e û fîlm jî ji xwe berevajî ye, wekî memento. lewma divê sehneyên ewil piştî xilaskirina fîlmê dîsa bê temaşekirin lê sehneyên ewil jî merivan gelek aciz dikin. |
|
15.11.2017 23:33 |
sloujouc
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |