1. bizavek ecebê lê belê ji ber ku di bin mijaran de dijûn û heqaret zede dibin ezê ji îro pêde 5 rojan di tirşikê de tişteki nanivîsim.Ser xêrê be.(bnr: di tirşikê de greva yekemîn) |
|
22.12.2013 16:32 |
karmatî
|
2. greveke bêwate ye ji ber dişibe tiştekî wisa ji ber ku xwedê jiyaneke baş nedaye te tu jî êdî najî, an ji ber ku xwarin nexweş e tu jî nema dixwî, an ji ber ku rojekê ezmûneke te nebaş bû tu jî nema dixwînî an jî ji ber tirşikvanekî çêr û dijûn dan tu nema dinivîsî. |
|
22.12.2013 16:36 |
dijber
|
3. prostetoya ku ger şûna wê "kampanyaya nivîsandina peyamên tije agahî, nêrîn, kurdî û rêzdar" were çêkirin, wê baştir be. |
|
22.12.2013 16:40 |
simurg56
|
4. (bnr: gelo wê sendikaya me jî bê avakirin) |
|
22.12.2013 16:59 |
ceso
|
5. grevek neserketî ye û di roja sêyemîn de ji bo ricaya konseya rêveber ya tirşikê hatiye qedandin. Ez her tim serkeftinê ji gelê me re,biteybetî ciwanên me û rewşenbîrên mere dixazim.Dema ez dibînim ku ew rewşenbîr û zanayên me ji ber hesûdî ,daxwza mezinatî ye ,diktatorî û îdeolojîyen pûç û betal nîqaş, dijûn û heqaretan dikin ez gelleki pê aciz dibim.Ez ji vir bang û hêvî dikim kesen ku dixwaze dijûn û heqaretan bike bila here di ekşî yê de dile xwe rehet bike û bizivirê were di tirşikê de weke camêrekî binivîse.Ji ber ku sa û çeqelên di ekşî ye de her roj herî hindik mijarek hemberî kurdan de vedikin û dile xwe yên pîs û bêhnpêketî di wêderê rehet dikin.(bnr: Şûna em xwe bi xwe bixwûn emê herin wan bixwûn) |
|
24.12.2013 11:49 |
karmatî
|
6. greva niha li dar e ye. 7 kes di tirşikê dene lê tenê du kes dinivîsin * |
|
07.02.2015 23:10 |
berxweda
|
7. greva ku dîsa dest pê kiriye :( |
|
03.06.2021 19:33 ~23:09 |
merwano
|
8. Ne grev e, grev ji pêvajoyeke protestoyê ye lê rewşa ku tirşik aniha têde ye ne ji ber tevger û helwesteke qestî ya nivîskaran dihê pê. |
|
03.06.2021 22:59 |
ferhenga şikestî
|
9. Çalakiya ku bo were kirin çi sedemek li holê tune. Lê bawer dikim ku vejena(energy) hin nivîskaran li hev nake. Yanê dema hin nivîskar aktîf dibin, hinek nivîskar pasîf dibin û talî hemû pasîf dibin. Heye ku yek ji sedemên vê buyerê balnekişandina mijarên hatine vekirin be. Weke mînak û nimûne: hinek kes bi wêjeyê têkildar in, hinek bi teknolojiyê û bernamesaziyê, hinek bi siyaset û polîtîkayê re têkildar in. Dema ev cûre nivîskar di rojevê de mijareke ku bala wî bikişîne nebîne, tavilê ji moda nivîsandinê dikeve. |
|
03.06.2021 23:06 |
tîrêj zana 21
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |