1. (bnr: goyî) |
|
21.07.2013 14:56 |
hesenodimilî
|
2. eşîra goyîyan eşîrek xweşmêr e şervan in... |
|
12.10.2013 14:39 |
mem alan
|
3. li gorî wîkîpediyayê: Eşîra goyan bi taybetî li navçeya Şirnexê ya Qilebanê û li Başûrê Kurdistanê, li navçeya zaxoyê biwar e. Gelheyê Qilebanê %98 goyî ye û sindî ne. Di 1990'dan de gelekî goyî ji destê zilma romê xwe parastin wargeha mexmûrê, niha li we derê wek penaber dijîn.. bi zaravayê kurmancî û bi devoka goyîkî diştexilin, û wek bawerî misilman, sunnî û şafiî ne.. |
|
01.01.2014 23:41 |
endazer
|
4. ji devê extiyarekî goyî çîrok û serpêhatiya goyiyan: berê hêj goyî nehatîn geliyê goyan, li vir zêdehî fileh (keldanî, suryanî, nastûrî) hebîn. li gundên wek mehrov, nîreh, mageh, bêjih, robozik û nêweh sindî hebîn. ji bilî van gundan yek carî hemî warê filehan bî. goyîyan pêşiyê gundê repin heta çamon stand û man vê derê. wext derbas bî şênî (nüfus) ya wan gelek bî, nexweşî nêv wan da derket.. hin ji nêv repiniyan çûn helol, dû ra kolig, şirîş û dalokon.. hin ji nêv qulovyon çûn kodîn û zirovgi, hin ji nêv rivangon çûn kiror (dûv ra mandgon ji hir belav bîn) hin jê dîsa ji nêv rivangon çûn mehrov û nîreh ji sindîyon stand. |
|
02.01.2014 00:21 |
endazer
|
5. Ev Eşîr, di navbera Şirnex û Colemêrg û Sêrt û Wanê de, di nav gelî û newalên li derûdora Çiyayên Kêla Memê(Tr: Kelmehmet Dağı), Tanîna Sindiyan (Tr: Tanin Dağı) û Kato niştecih e. Ji hêjamara xwe ve zêdetirî 50 gund û 100 hezar mirov e. Gelek gund ji gundên Goyîyan di salên notan de ji aliyê dewletê ve hatin xerab kirin lê hêj him li tirkiyê, him jî li Êraqê gelek gundên wan hene. Navçeya Qilabanê (Tr: Uludere) navenda wan e. Bajarokê Dêrahînê (Tr: Uzungeçit) û bajarokê Sêgirkê (Tr: Şenoba) gundên wan ên herî mezin in. Goyî, bi sekulerî û bi lîberaliya xwe di herêmê de tên nas kirin. Ne wek eşîrên derûdora xwe oldar û dindar in, û ne jî wek gelek xelkên kurdistanî li hember jinên xwe zêde patrîarkal (ataerkîl) in. Kurmanc in lê di nav eşîrên kurmancan de bi devokekî gelek taybet diaxivin. Devoka Goyîkî, ji aliyê fonetîka xwe ve di bin bandora Farisî de ye û di axaftina xwe de hemahema hemû dengên vokal girovir dikin, yanê dengên ''a'' dikin ''o''; dengên ''e'' dikin ''a'' û hwd. (Çavkanî: Di Devoka Goyîkî de bi karanîna Lêkeran, S. Bayram, 2016) |
|
22.02.2017 13:40 |
lawkegoyi
|
6. eşîrik kurdona. tixwîvîn herêmo eşîri -j röjhilot ba röjovo va- j çemî xovîr heto çemî hîzil, -boşur-bokur- j kêlo spî heto kêlo memê ya. Herêm dmênit nêvbeyna Hekarî, Behdînon u Botan da. |
|
19.02.2020 13:32 ~2020.02.21 16:59 |
hespêsor
|
7. Angora peyama jûr (eşîra goyan/117538) xwanî deke ku ew devoka wan pir le kurmanciya berfêratî û kurmanciya anatolya navîn tere. |
|
21.02.2020 10:48 |
cinorek
|
ameno [2] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |