1. pirtûka dewrêşê evde di weşanxaneya Nûbiharê de hatiye weşandin. Nivîskarê pirtûkê Eyüp Kıran e û gelek xweş nivîsandiye. |
|
24.07.2013 10:47 |
botan2
|
2. destaneki wêjeya devkîye dengbêj bı salan êw anînê zımân lı gor xwerûye ê xerâ nekırîyê baqi xıdo ye (bnr: ) |
|
04.02.2014 04:16 |
hogırekoseri
|
3. min pirî car vî çîrokÊ bi dengÊ Şakıro guhdarkiribu. LÊ min nizanibu pirtÛkawÎ çÎroke heye waxtekÎ nezikta ezÊ bixunim. |
|
24.03.2014 18:19 |
serxwes
|
4. Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye. Li gor ku ji dengbêj ûlêkolînerên dîrokê tê zanîn, Derwêşê Evdî di sedsala 18'a de li herêma wêranşarê* jiyaye û Berxwedanek mezin li dijî dewleta osmanî û eşîrên ereban nîşan dayê. Wê demê temir paşayê milî di sala 1780'a de dibê serokê eşîrên kurd ê kîkan, milan û eşîrên êzîdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790'î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmaniyan û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin. |
|
25.05.2014 18:03 |
xwelî li ser
|
5. piştî xelaskirina saturnê ya remezan alanê * min destpê xwendina vê romanê kir û bû derman. ziman û şêwêya wê gelek herikbar û sade ye. ji xwe di pêşgotinê de ku gelek dirêj e û sebra me re jê tê, nivîskar hinekî qala berêya biryara nivîsandinê kiriye û eşkere kiriye ku ev roman, hew şiklandina destanê ye. ji ber vê jî heta ji dest hatiye, zimanê dengbêjan parastiye. |
|
10.08.2015 11:13 ~11:14 |
biruya hayao miyazaki
|
6. Her kes li gorî xwe honandina bûyêran ava dike bi giştî ji dengbêjan guhdar dikin û hinek li ser zêde dikin jê kêm dikin ya ecêb hinek jî dengbêjan xelet fam dikin lê di vî warî de yê serê xwe pê baş êşandî brêz eyup kiran e. Heta vî temenê xwe ez evqas negiriyîme min ev pirtûka behempa şil û pil kiriye welhasil gava min qedand min ew nivîskarê heja Eyup kiran geriya min jê hinek tişt pirsî di derheqê pirtûk û nivîsandina wê de wî jî bi kêfxweşî bersivand digot "gava min dinivîs ez bixwe jî her car kelûgirî dibûm û lê ez îro bextewarim ku li heman deran heyfa derwêş ji aliyên hezaran derwêşan (ypg/ypj) tê rakirin." Ya herî dawî jî enstituya stenbolê pirtûkek ji bo lîseyan amade kiriye di wir de derbareyê vê destanê de agahiyên xelet dane loma şakiro referans girtine û ew jî baş guhdar nekirîne. Di pir cihan de şaşî heye. |
|
04.02.2016 22:13 |
nejwan
|
7. şahînê bekirê soreklî bi dengê xwe yê xweş ji çavkanîya baqî xido ev destan ji nû ve gotîye; yên meraq dikin bila teqez ji vir jî guhê xwe bidinê. |
|
10.12.2016 11:59 ~11:59 |
xendekî
|
8. Li wêranşarê gundê ereba ku bi navê "edşanê" tê zanîn gora wî li ser girekî ye û bêxwediye. Ji ber çavnebariya deshilatdaran nehiştine ku gora wî rabikin û jê re gorek gorî gewretiya wî ava bikin. Û min çend roj berê vîdyoyek derheqê serdana vî lehengê efsanewî de temaşe kir. Hestên cûda û cûrbicûr xwe li dilê minê kovan rapêça. Ka kerem bikin vîdyoya (bnr: egîd nûser) ku çûye serdana dewrêş: |
|
10.07.2020 01:34 ~01:36 |
rizgarm
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |