1. bîrdoza min * bi ya min her kes divê gorî devoka xwe binivîse da ku em taybetmendiyên devokên cûda fêr bibin. ev ne tiştekî bed e nizanim hin kes çima jê direvin. |
|
13.12.2020 00:31 ~2021.11.05 22:38 |
keyomerd
|
2. Rewşa ku min çend caran bi kurdînûsên Colemêrgî re dîtiye. Ez vê rewşê rast nabînim ji ber ku gelek devok hene. Herkes devoka xwe binivîse dê çewa standardek çêbibe? Mînak: yek bêje qawet bit, yek bêje qawet bi, yek bêje qawet bê, yek bêje qawet be bi min tevlihevî çêdibe. |
|
13.12.2020 00:49 |
xabûrî
|
3. parêziyeke baş e. lê dikare ji aliye standartbûna kurdî va gelek pirsgirêka derxe. |
|
13.12.2020 00:51 |
hueyn
|
4. Hişyarîyeke baş e. Divê em hemû devokên xwe biparêzin. |
|
13.12.2020 02:09 |
lawkegoyi
|
5. Carna kêfa min jê re tê bi henekî be jî dikim lê divê ji bo standartîzebûyina Kurdî ev tişt neyê kirin bi ya min. Bi taybetî qada nivîse de. |
|
13.12.2020 18:42 |
biaqila malê
|
6. ez him hinekî devokparêz im him jî hinekî kurdîya hevpar-parêz im * |
|
13.12.2020 22:33 ~22:34 |
bûtîmar
|
7. Ji bo zimanê hevpar û hevfêmkirinê divê em devokên xwe ji bîr bikin.. nîv saetek berê hevalê me yê hezexî di civata malê de axifî, mêro behsê tira (erebeya mezin) xwe kiriye, ez jî dibêm qey behsa hevalê min dike. Ez keniyabûm jî.. mijar li ku kenê min li ku, ez li ku? Divê civatê da zimanê nivîsê bê axaftin. |
|
13.12.2020 23:06 |
kajav
|
8. (bnr: ev çi feodalîte ye?) * |
|
14.12.2020 00:09 |
merwano
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |