Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 36 peyam
bêbawerî - tirşik
bêbawerî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nepêkane bawerîya meriv tim heye. bawerîya ola meriv bêje bêbawerî ateîstî... ew jî bawerîye. em ferzbikin bêjin bêbawerî heye lê ez vê bêbawerîyê pêşniyarî nakim di hedê xwe dabin rûmetê û hurmetê... bidin hemû bawerîya û hemû kesa cehlima li we kirîye win ji çi bawerdikin bikin.



23.06.2015 00:06 | shorbevan

2. (bnr: ateîst)

ateîzm jî bawerîyeke. dîndar bawer dike, ku xwedê heye. ateîst bawer dike ku xwedê tuneye. lê agnostîzm dîsa cûda ye ((bnr: agnostîsîzm). agnostîk bi awayekî zanistî li pirsa hebûna xwedê dibe, ji ber ku ew dixwaze zanibe (ne tenê bawer bike) ku xwedê heye an tuneye, lê ji ber ku hebûna xwedê naye îspatkirin, encama agnostîkan dawiya dawî ev e: "Ez nizanim xwedê heye an tuneye". gelek cûreyen agnostîsîzmê jî hene, bo nimûne: agnostîkên ateîst, agnostîkên teîst



23.06.2015 00:16 ~00:17 | hola êzîda

3. her çiqas îspatkirina hebûna xwedê ne pêkan be, îspatkirina tunebûna xwedê jî ew qasî ne pêkan e. yanê ateîzm jî, teîzm jî qasî hev dogmatîk in. yê ku dibêje xwedê bê guman heye çiqas şaş be, ye ku dibêje xwedê bê guman tuneye jî ew qas şaş e. yanê zêde serê xwe gêj nekin. em wek pelên di nav bager de ne. bihêlin bager biçe kîjan alîyî bila we jî ji xwe re bibe.



23.06.2015 10:39 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [1]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêbawerî

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî