1. motora lêgerinê ya ku ev çend roj e ez bi kar tînim. bi vekirina reklaman token jî belav dike lê hê min tiştekî nedît. wekî din heta niha kêmasîyekê xuya nekir bikaranîna wê ji duckduckgo bêhtir hêsan tê bi min. bêlkî roj bi roj pêştir bikeve. |
|
03.08.2021 00:13 ~00:14 |
hueyn
|
2. (bnr: ji lêgerînê bawerkirin) |
|
03.08.2021 09:28 |
yûsiv
|
3. roj bi roj pêş dikeve. taybetiyekê wê ya xweş ev e, heke mirov bi lêgerîna wê encamekê baş bi dest nexe, ew bi xwe motorên google û hwd pêşniyaz dike. bawer im, meha çûyî brave search-ê tevlî motorên naskirî ya geroka brave-ê jî kirin li ba google, bing, duckduckgo û hwd. bi vê gavê mirov pê dihese ku ji pêşketinên xwe bawer in. lê wekî şexsî berî salek an du sal texmîn nakim ku karibe bibe alternatîfekê baş bo google-ê. |
|
03.08.2021 23:59 |
biruya hayao miyazaki
|
paşnavên komîk ên tirkî [2] |
|
nuhev.com [1] |
|
îngilîzî [1] |
|
zimanê zanistê [1] |
|
kişandin [1] |