1. Bê şirove. Klîb û strana şivan perwer. |
|
14.12.2019 23:38 ~23:39 |
cinorek
|
2. mîna strana wî ya bi îngîlîzî, hîç nebûye û pêdivî pê tunebû. |
|
15.12.2019 13:01 |
simurg56
|
3. strana ku Şivan perwer xwe pê hetikandiye |
|
15.12.2019 14:00 |
gulêê
|
4. min bi xwe fêdî kir ku heta dawî temaşe bikim. Ez bawer im ez ê heta dawiya emrê xwe jî temaşe nekim. tiştên wiha hene di jiyana min de. mesela eger hevalekî tiştekî xerab kiribe ku ez xwe nêzîk dibînim (ne ku xwe nêzîkî şivan dibînim), ez bi xwe li ser navê wî/wê fêdî dikim û tehemil nakim ku temaşe bikim. jixwe min ji zûda va dev şivan berdabû. herî dawî min 2008an da hemû stranên wî guhdarî kirin û pey ra min dev jê berda. nîzamettîn arîç di van waran da zêdetir profesyonel tevdigere. û ez heyranê şehramê delal im, her wî hez dikim û ji helwesta wî hez dikim. hunermendên xelkê berî ku klîbekî biweşînin bi kadroyeke mezin va tevdigerin. ê me yê "efsanewî" çend montaj-sontajan hem jî bi zimanê tirkî dest bi xerakirina "rabirdûya xwe ya hunermendiyê" dike. heyf. |
|
15.12.2019 19:39 |
serhednişîn
|
5. her ku dibêjim ji vê bêtir wekê din wê çawa xwe bihetikîne, şivan rêyeke din vedike û bêtir serê min dixe ber min. sûc ji şivan bêtir yê wan kesên li dora şivan e ku negotine şivan ev çi halê te ye? çi heqê te li te heye karÎyera xwe ya sîh salan di avê de berdî? rûdaw ku xwe wekê medyayekî profesyonel nimayîş dike çûye bûye sponsor, min çav lê gerand gelek kesên şirove nivîsÎne di bin klÎbê de, pesnê şivan û stranê dane. pkk mafdar bûye ku berê xwe ji dewletbûnê dagerîne, bi vî miletî, bi van stranbêj û hunermend û rewşenbîr û medyakaran ne dewlet mirov nikare gundekî ava bike, ji xwe yên ava bûne jî em dibînin ku ne bi xêra dewletên ewropî û emrîkayê bûya -ji xwe bi xêra wan ava bÛye kurdan her çi statÛ hebe- niha sê çar caran ji nav çûbûn. |
|
15.12.2019 22:01 |
ma min çi ji kê kiriye
|
6. Ev yek ciwan Haco du. |
|
15.12.2019 22:08 |
ferhenga şikestî
|
7. muzîka xwedê bikira min qet nebîhista. |
|
16.12.2019 00:37 |
berxweda
|
8. Peyama dixwaze bide fehm dikim lê stran rezîltayî ye.A min qehir dike bi tirkî gotîye ku dewlata tirk bila me baş fehm bike.Ma tu nizanî dewlata hemberî te dewlatekê çawa ye?Kesê ku nû bibîne ê bêje dewlata tirk Fînlandîya ye ! |
|
16.12.2019 01:53 |
mêrxasê serhedê
|
9. Willahî min nekarî ez vîdeo heta dûmahîkê temaşe bikim. Şiwan xwe hetikandîye. Nizanim bi kîjan aqilê van karan dikin. Hêjta hunermend û sîyasetmedarên kurd hîvya merhameta tirkên bênamûsin. Ji her tiştî zêdetir ev dilê mirov diêşîne. |
|
16.12.2019 20:25 |
azad30
|
10. Rûyê min tirş û tal bû. Çavê min wekî çavê japonan guherî, dev vekirîmayî min temaşê klîbê dikir. Ji bo ku zû biqede min serbiser pêl vîdeo kir. ha ev strana şivan ha ev şivan Here lînkê |
|
16.12.2019 23:33 ~23:34 |
kajav
|
11. Dema min ev peyv li aliyê çepê yê tirşikê dît bi navê xwedê min ji xwe re digot e " herhal ev peyvek Îspanyolî an jî portekîzî ye" |
|
17.12.2019 01:09 |
nan û av
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |