Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
black - tirşik

Michelle keçikek kor e ku ji ber vê rewşa xwe hov û kûvî maye û neçar e ku di nav taritiyeke tenê de bijî. lê bi saya alîkariya mamosteyê xwe wê bikare jiyana xwe ya tarî birengîne....
(7 şîrove)
black
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmekî bollywood e. di sala 2005an de ji aliyê derhêner sanjay leela bhansali ve hatiye kişandin. amitabh bachchan (debraj sahai) û rani mukherjee (michelle mcnally) serlîstikvanên vê fîlmê ye.



fîlm qala serpêhatiya keçeke kor û ker ku ji aliyê mamosteyekî wekî sêhrbaz tê perwerdekirin e. keçekî bifikirin ku qet nabîne, qet nabihîse û nikare bipeyve. heta 8 salî wekî ajalekî, wekî dînê beratayî tê muemelekirin. a soxî jî, di 8 saliyê wê, bavê wê dixwaze ku bide nexweşxaneya dînan. dilê dayika wê ev tişt qayl nabe û bi hêviyekî dawî mureceatî mamosteyekî dike. çîrok destpê dike...



serî heta dawî bi giriya, min kuşt. ji xwe ez jî hinekî amade bûm. ev girî jî ji aamir khan wekî lanetekî bêderman bi min re ma. vî havî peçeteyê xwe ji serî de amade kirim.* ma xwedê wan bihêle hema dixwazin bi girî temaşevanan kor bikin. ma xêr e bolywood, team ji fîlmê nastînim hema ji firfira poz û hêsira dilop dilop… de carek çê bû. *



fîlm du saeta zêdetir dewam dike. mûzîkên ku ez ji bollywood hewisîm, di black de tune bû, ji xwedê şukir.



fîlmêberen saat, benim dünyam ku ewê vê îniyê têkeve vîzyonê, ji vê fîlmê hatiye dizîn. hewqas eşkere ye ku ji fragmanê tê nasîn, hemû sehne, rewş û tevgerên black... ma malnexerabo tu nikarî bû hinek be jî sahneyên resen têxistiba benim dünyam. dayîna ev bnr êdî şert e:



(bnr: tunebûna reseniya sînemaya tirkan)



22.10.2013 01:23 | biruya hayao miyazaki

2. kurdên ku ji bo hînbûna zimanê xwe li xwe heyirine ya jî kurdên ku ji bo nehînbûna zimanê xwe pozê wan qet naşewite lazim e miheqqeq li vî fîlmî temaşe bikin.



22.10.2013 09:02 | aryâspa

3. (bnr: belek)



22.10.2013 09:17 | ceso

4. fîlmeke gelekî xweş e. min niha kontrol kir, min 92 pûan daye vê fîlmê li critickerê.

lîstikvaniya keçika kor gelekî baş e.

fikra fîlmê gelekî seyr be jî ku yekî ji min re bigota, min ê bigota dev ji vê projeyê berde. lê camêrno li ser vê fikrê fîlmek serkeftî çêkirine û heqê wê dane.



niha tirkan dest avêtine vê fîlmê jî ku biherimînin. xelkê tirk jî wê niha bêjin "yabo derhênerên me çi derhêner in, lîstikvanên me çi lîstikvanên..." mixabin gelek kêm ji wan wê bizanin ku rêzefîlm %100 dizeh e.

derhêneriyek wisa gelo li tu derê dinyayê heye, meraq dikim? gêjên gewr, diçin ji imdbyê fîlman dibînin û temaşe dikin, yên ku hez kirine jî ji xwe re dîsa dikişînin. xelk fîlmên xwe yên hezkirî dikin arşîv, ev ên hanê ji xwe re dikin Filmography.

derhênêner jixwe gûyek xwariye, beren saat jî xwe bidirîne nikare weke wê keçika fîlma black de, bilîze.



22.10.2013 22:57 | simurg56

5. fîlma herî baş a bollywoodê ye jixwe ji vê fîlme baştir fîlm jî ne kişandine.



09.04.2014 02:24 | rêzan

6. Fîlma ku îro ji ber nexweşek min hat bîra min. Lawikek çûçikanê ew jî mîna keçika li fîlmê kerr û kor bûy. Bawer im wê bi dehan roja ji hişê min dernekeve ew lawik û bavê wî yê reben...



24.08.2016 01:42 | biaqila malê

7. fîlmê ku bi mijara xwe dişibe pirtûka Andre Gideê ya bi navê pastoral senfonî



15.01.2017 23:33 | gêjê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» black mirror

Kategoriyên mijarê:: sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî