biyanî | 2012 Nivîskar: albert camus | kurmancî | roman | 160 rûpel Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê m... |
1. peyveke kurmancî. tê wateya xerîb, mirove ji welatekî xerîb. yan jî ecnebî* |
|
07.10.2013 01:57 |
saladin
|
2. li biyanistanan dijîn.. eger xerîb be li xerîbî û xurbetê dijîn.. di fîlmên western de kes hej van nake.. ya rast di tu fÎlman de kes hej biyaniyan nake.. ji ber her biyaniyek bivê nevê cih li binecihê cihê ku lê dijî teng dike.. û bi qewlê stranekî meriyê xerîb li welatê xerîbiyê kor e.. ne wilo xezal? |
|
07.10.2013 02:13 |
endazer
|
3. navê pirtûka albert camus |
|
07.10.2013 10:26 |
newenda
|
4. nivîsa serê pirtûkê pirr têsîr li min kiribû ji ber ku min tirkî xwendibû naxwazim li vir binivîsim.. |
|
06.03.2014 22:33 |
berxweda
|
5. navê pirtûkeke rind ya albert camus û fîlmeke nerind ya zeki demirkubuz e. |
|
07.03.2014 09:13 |
nazim tolhildan
|
6. ew ji hêla fawaz hûsên ve hatiye wergerandin û pirr baş jî hatiye wergerandin. min berê xwendibû, lê xwendina bi kurdî, bi wergerka wiha re, hîn xweştir bû. |
|
23.04.2014 20:05 |
fethî ronî
|
7. pirtûkê ku xwedî felsefekî fonksiyonel e. |
|
27.05.2014 23:29 |
ervah.azad
|
8. pirtûka biyanî li dora ramana absurdê digere. ew beşê pêşî ji dîtinên albert camus li ser mirov û li ser bêwateyiya dinyayê bi gewde dike. lehengê pirtûkê bêyî ku bizanibe, jiyaneke bêwate dijî. lê rojekê, gava pirsa "çima?" ji xwe dipirse. ew bi rastiya vê bêwateyiya jî dihese. bersiva vê pirsê rastiyeke mezin di rûyê wî de vedike û wisa jî valahiyeke mezin di nava wî de peyda dibe. lê ev mirovê han ji qedera xwe nareve û bi ser de jî ew bêtir ji jiyana pûç hez dike. ji ber ku ew bi ser rastiya tiştan ve dibe. ew dibe mirovekî biyanî. di mala xwe de. di bajarê xwe de ew xwe kesekî biyanî û bêpêwendî dibîne. |
|
19.03.2015 19:05 ~2015.03.26 15:20 |
remlavêj
|
9. Bi wergerandina fawaz husên di sala 1995 an de ji weşanên nûdem çap bûye! |
|
20.01.2018 01:48 |
xwelî li ser
|
10. navê wergera pirtûka (bnr: albert camus) ye ku van rojan dixwînim. |
|
10.04.2019 15:12 |
gulêê
|
11. Nenas, xerîb |
|
11.04.2019 00:45 |
hesinkar
|
12. Pirtûka albert camusî ya bi navê biyanî yek ji girîngtirîn pirtûkên sedsala 20em û yek ji kevirên bingehîn ên tevgera absurdîzmê ye. Berîya ku hûn ji pirtûkê fêm bikin divê di serî de hûn dînamîkên tevgera absurdîzmê baş bizanin. Ger ez ji bo xwe bibêjim min vê pirtûkê di 15 salîya xwe de xwend lê di 19 saliya xwe de min vê pirtûkê fêm kir. |
|
23.10.2023 20:50 ~20:53 |
yûsiv
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |