1. Baskên çûk, mêş û balafiran hene, ew hêzê didin wan ku bifirin. Lê ew ne wek hev in. Bask divê sivik bin. Him baskên ajelan û him jî baskên balafir û firokan sivik in lê skeletên" wan xurt in. |
|
10.07.2013 19:01 |
endazer
|
2. gelekî ewrupî ku rewşa vî gelî dişibe rewşa kurdan. ji ber ku axa vi gelî di navbera Îspanyayê û Fransayê de hatiye dabeşkirin û parvekirin. di rêya azadiya welatê xwe de gellek tekoşiyane û biser jî ketine. Lêbelê hê jî welatê baskan du perçe ye û bi awayekî serbixwe naye revebirin. |
|
10.07.2013 23:26 |
parezer
|
3. Per ango ji bo çûkan(çivîk) lebatê firînê |
|
10.07.2013 23:36 |
msirino
|
4. (bnr: herêma baskê) |
|
07.05.2015 00:51 |
xendekî
|
5. ji bo ajalan lebatek ji laş e û ji bo hin amûrên mîna firok jî perçeyê ku bi kêrî firînê tê ye. bask ji bo ajalan piranî bi kêrî firînê tê lê belê hin ajalên mîna mirîşk, elok û hwd bi çiqasî baskên wan hebin jî taybetiya xwe ye firînê winda kiriye. pêwistê bask sivik bin. him baskên ajalan û him jî baskên balafir û firokan sivik in lê "skeletên" wan xurt in. |
|
07.05.2015 05:19 |
kiekergaard
|
6. Bi aliyê tiștekî ve. (bi tirkî tê wateya, - e doğru) |
|
10.04.2017 12:13 |
gumgumok
|
7. hevalekî min a esperantîst ji gelê bask e. wekî di peyamekî jor de jî hatiye gotin ku qedera me û baskan gelek dişibin hev. bi gotina wî, xelkê wî xwedî derketina zimên a kurdan ji xwe re mînak digrin. dema min ev tişt jê bihîst gelek kêfxweş bûm lê min ji xwe re pirsî gelo em di rastiyê de ya mînakgirtinê ne? |
|
17.02.2018 13:45 ~14:10 |
biruya hayao miyazaki
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |