1. bi ya min fîlma herî xweş ya christopher nolan e. 2010an de hat weşandin. me bi çend hevalan re, li sînemayê hema bêje di salonek vala de temaşe kiribû. heval pêşîn gotin kuro te me anî fîlmek çawa? kes nîne i vir.. lê piştî fîlmê hemûyan jî jê hez kiribûn. |
|
09.07.2014 18:46 |
simurg56
|
2. filmeeke bi aqilê mirov dilîze û ev yek jî kêfa mirov tîne. hebuna tiştên kurtir mirov zindîtir û mereqdar dike. |
|
09.07.2014 20:55 |
azadixwaz
|
3. (bnr: fÎlmên ku carekî de nayen fehm kirin) |
|
09.07.2014 21:11 |
xwelî li ser
|
4. fÎlmekÎ ku tÊ de endezyarÎya xewnan tÊ kirin. mirov dikevine nava xewnen dijÊ xwe Û fikirekÎ nÛ dikine sere wan de. |
|
15.10.2014 17:40 |
malmirato
|
5. yên ku seyr dikin dibejin şerefsizim benim aklıma gelmişti. |
|
28.10.2016 06:02 |
cinorek
|
6. fîlmeke baş e, lê ne tenê ew qas. di heman demê de felsefeyek e. fîlma herî xweş ya christopher nolane yan na nizanim, lê jixwe hemû fîlmên wî baş in. rastegînî û xeyal, hebûn û nebûn hemû di hindirê fîlmê de bi hosteyî tê jêpirsîn. tişta ku hişê mirov jê diçe jî sehneya dawîya fîlmê ye. |
|
28.10.2016 14:28 |
nazim tolhildan
|
7. Fîlmekî gelek serkeftî ye. Û di nav xwe de gelek mesaj dihevîne. Ji vanan yekî mijara wê fîlmê li ser xewnê ye. Û navê kîmyagerê misilman wek yûsif(joseph) hatiye bijartin. Jixwe di serguzeştê hezretî yûsif pêxemberê de xewnê hezretî yûsif silavê xwedê lê bê ciheke grîng digre û gelek balkêş e. Di qur'ana pîrozê de wek bi navê yûsûf sûretek heye divê werê xwendin. Maceraya hezretî yûsif li vê sûretê de gelek bi bandor hatiye ravekirin. |
|
14.09.2017 02:04 |
rûbar
|
8. Fîlmeke 11 sal berê ketiye weşanê lê belê ez hêja nû lê darî dikim. Ew jî min navê wê bi xeletî li ser înstagramê dît û weha lê darî kir. Çima ewqas dereng, jbk ez guh li pêşniyariyên kesî yê filîman nakim. Lewra çiqas ji min re gotibin filan fîlm xweş e û min lê darî kiribe, ew fîlm nexweş derketiye. Ji loma min jî dev ji guhdariya wan berda. Ev serê çendik û çend sale li gor populerite û pêşniyaran fîlma darî nakim. Lê min dît ku min gelek tişt ji dest daye. Yanê fîlmeke weha ku ez bi çalepûka lê digerim bi tesadufî derdikeve pêşiya min. |
|
15.10.2021 02:36 |
tîrêj zana 21
|
9. (bnr: reklam-qedexeker-qedexeker-qedexeker)* |
|
01.12.2021 19:51 |
heval.js
|
10. Fîlmê ku Leonardo Dicaprio (bnr: kezebo)tê de dilîze. Camêr jixwe artîstek qerrase ye îcar bi vê çîroksazîya hêz çilo xelat nagire û ew ji bo lîstikvanîya fîlmeke din xelat dikin, hîn jî aqilê min jê nabire. |
|
02.12.2021 09:00 |
pîroz
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |