1. li herêma serhedê* şevşevokê re dibêjin pêçermok. ji ber ku lingê û pê wan hemî çerm in. lê di ferhengê de baçermok bi kar aniye. lê kîjan deverê şevşevok tê gotin nizanim. |
|
22.12.2013 12:07 |
kelemejû
|
2. em jê re çilÊçilê dibÊjin. |
|
22.12.2013 12:13 |
xelîlêzer
|
3. Peyva Şevşevokê Li farqînê anku li herêma slîva li kar e. |
|
22.12.2013 12:40 |
ceso
|
4. gotina ku li xerzanê tê bikaranîn. |
|
22.12.2013 12:44 |
oxir
|
5. şevşevok a serhedê, ango pêçermûk, ji bo bûk û keçên ne bedew û jar re tê gotin. |
|
22.12.2013 13:42 |
nazim tolhildan
|
6. VERSÎYONÊ WÊ YA BAÇIMÊLK JÎ HEYE. LI GORÎ agahiya ji bavê xwe xwestim pêçermok û baçimêlk cûreyê ajalek e. nayê bîra min lê niGÊ YEKÎ DIRêj e û ê din jî li gorî ya din kin e. |
|
22.12.2013 17:54 |
biruya hayao miyazaki
|
7. gaperçiwîk |
|
22.12.2013 18:07 |
nivîskar winda ye
|
8. li herema me,ango rihayê navê şevşevok,şevşevik tê bikaranin. |
|
22.01.2015 22:14 |
hesen bira
|
9. bi ya gotina bavê min baçimêlk û şevşevok cureyên jev cuda ne ku ji yek heywanî tên mîna ga û gamêş hwd. niha taybetmendiyên wan ên karakterîstîk nayên bîra min. ji xwe ji bo bajariyan qîmeta wan jî tune ye, ji xêncî peyayê baçimêlkî. * berî herkesî ji bo min. min hîn golik nedîtiye, ma wê çi xêra cureyên baç û şev bi min bên * |
|
22.01.2015 23:08 ~2020.04.28 11:54 |
biruya hayao miyazaki
|
10. ajaleka firîndeye û ji xeynî wê firîndeyên şîrde tunene, ajala ger ne şaşbim kore û dîsa ji tehrîyê hezdike bi şev difire biroj natwanin bifirin.. ji ber ajaleka bi şev dertê difire şevşevok jêre tê gotin. |
|
10.11.2015 11:39 |
shorbevan
|
12. çend cureyên wan hene, bi xwîna pez û dewaran têr dibin. bi latînî navê yekê ji wan ev e (bnr: desmodus rotundus) |
|
27.03.2019 03:46 |
mirovekirind
|
13. Di edebiyata farisî ya klasîk de jê re teyrê îsa (مرغ عیسی) tê gotin. |
|
01.08.2021 18:51 ~2021.08.02 03:05 |
ezcan
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |