1. ji şîrî di et çêkirin. |
|
09.02.2014 23:59 |
dastanekkevin
|
2. peyveke ku tirkan rezîl dike ye. |
|
13.09.2014 02:24 |
berxweda
|
3. li bajarê îdirê, mast weke qatix hatiye bi nav kirin. hema bêje hemû îdirîyan dibêjin qatix. qatix, ji "katık" a zimanê azeriyan veguheriye zimanê îdirîyan. bi rastî peyveke ku ev qasî nejidil û sûnî tuneye. |
|
13.09.2014 13:54 |
nazim tolhildan
|
5. qatix: 1-pêxwarin, (tiştê wekî penêr zeytûn, helaw ku bi nan re tên xwarin) 2-(mast, dew û wekî wan) jêgirtin: wîkîpedîa |
|
13.09.2014 17:03 |
havka
|
6. ax ax zaroktÎya min dÎsa hate bÎra min.gava me nû destpÊ dibistanÊ kiribû de ew mêra jÎ yÊ cÎya xwe re tirkÎ biaxife .em jÎ şûna mastÊ katix dibÊjin û tirkÎtiya katix Ê jÎ nayÊ bÎramin.min jÎ hema got "anne bana katık ver" .ilo dayik, met pÎrik hemû şaş mane li min dinihÊrin.dibÊjin gelo katik çi ye .virda wÊrda tas e mast danÎne pÊşÎya me me jÎ zikÊ xwe tÊr kir . |
|
13.09.2014 17:59 |
sarpimoleni
|
7. Ba me jî wek qatix tê gotin. Çima nizanim, min ta'ma qatixa gundê me ti cihê de hilneda, |
|
13.09.2014 21:28 |
mîr
|
8. li gorî wîkîpedia û wîkîferhengê jêderk û çavkaniya etîmolojiya vê peyvê; |
|
13.09.2014 21:42 |
endazer
|
9. ji xeynî çend zimanên hînd-ewroPî hema bêje di hemû zimanên cÎhanê de wek yogurt tê bikaranîn navê vê xwarin û pêxwarinê.. peyva yogurt jî peyveke bi eslê xwe ji tirkî ye û ji yogurmaka ku bi kurdî jê re dibêjin stirîn, meyandin, hevîrkirin, çêbûye.. |
|
13.09.2014 21:47 |
endazer
|
10. (bnr: hamdi ulukaya) |
|
13.09.2014 21:48 |
endazer
|
11. di laşê mirovan de navê cûreyeke hucreyan e ku tê de rêjeya hîstamîn û heparîn zêde ye. di sîstema parastinê ya laşê mirov de, xwedî roleke girîng e. him ji aliyê xuyaniyê ve him jî ji aliyê karê xwe ve, dişibe bazofîlan. eslê xwe de mirov dikare bêje ku hucreyên mast, bazofîlên di nav raçînkan de ye. an jî hucreyên bazofîl, mastên di nav xwînê de ne. |
|
14.09.2014 13:31 |
simurg56
|
13. bawer dikim li hemû der dorê qers, îdir, erdexanê jê re dibên (bnr: qatix) |
|
05.04.2018 15:42 |
jifêzagorda
|
14. Gor ji mezinan bihîstime, "qatix" ji hemî qûtê ku ji şîr têe çêkirin dibêjin |
|
05.04.2018 15:57 |
reşik eyşo
|
15. xwarina ez ji bo floraya mirovan rast bibe zêde pêşniyar dikim. dema zarokek bi zikêş('emelî) dikeve navê derman di kaxezekê dinivîsim û ez dibêm ger tu nikarîbe bikere mast an jî dew bidin zarokên xwe * |
|
05.04.2018 21:55 |
berxweda
|
16. Xwarina me kurdan ya neteweyî ya li ser taştê ye. Wexta xweş be jê xweştir tiştek tune. Û herwiha: bê mast taştê nabe * |
|
11.03.2020 07:23 ~07:24 |
xabûrî
|
17. Xwarina ku niha bi hingivê re dixwim. Dayika min a delal ji gund gelek tiştan şandin ji min re. * |
|
11.03.2020 08:27 |
xelîl
|
18. navê kurtefîlma derhêner (bnr: tahsin özmen) e. spoilerê veke di van salan de muzîka kurdî li bakur qedexe ye, kurikek ji titûnfiroşekê emanetekê digire û li dilmişê siwar dibe. di rê de jendirme erebeyan dide sekinandin û xelkê kontrol dike. bêyî kontrolê karekterê ku emanet girtî wê emanetê hewl dide ji paceya dilmişê biavêje derve lê nikare. jinika xwedî di setilên mastî wê emanetê ji destê kurikî digire û dike setilê de. werhasil ji kontrola jendirmeyan bi vî awayî difilitin. di dawîyê de kurik wê emanetê digihîne babê xwe û em dibînin ku ev emanet qaseteke û babê kurikî qasetê datîne li ser teybê û em guhdarîya dengê (bnr: abdulazîzê leşker) heyran jaro dikin. vîdyoyê veke |
|
11.03.2020 18:39 |
lehî baranyan
|
19. Xwarina ku ji taştêya kurda kêm nabe. |
|
18.02.2023 13:48 |
merwano
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |