1. bajarekî jı kûrdîstanê gelleki dure lê kûrdîstani dı nawdê pırre, heta merdînî pırre 1990 dâ nêzî 50 gûnde merdinê jı âlî leşkerê tırk hate şevıtândın û mirov hatın izmirê kêdere ku lı merdinê behr tûnnebu hema xêlkê merdinê bı saya meriyê xweyî bêrê hatıbun izmirê gellımîn karê midya u vê gavê midyeci hêmu merdini ne,dı naw 13 zanîngehê izmire de kûrmanç ne kêmın nemaze zanîngeha egeye da gellekın. |
|
04.02.2014 03:54 |
hogırekoseri
|
2. Îzmîr an îzmîr'a gawÛr, her çiqas behra wê hebe Û bajarek pirî mezinbe jî ne qasî dêrika çiyayÊ mazÎ xweş e. ji bo kurdîstanîyekÊ/î wek girtîgehê ye. hemû kemalîst in û dîsa hemû rojnameya sözcü dixwînin. de îja wer û halê me bifikirî. |
|
04.02.2014 10:55 |
mergehez
|
3. bajarê tirkîyê ye ku apê Musa jî mealekî wisa gotî ye; çıma ez bedewên îzmirê jî ranemîsim.. |
|
04.02.2014 16:10 |
baskziv
|
4. bajarê tirkên spî ye. 2-3 caran çûme wir. lê min qet jê hez nekir. ji ber ku li sûka wê û li cihên navendî ya bajêr, berevajî stenbol û enqerê mirov hema bêje qet kurdî nabihîse. |
|
04.02.2014 19:45 |
simurg56
|
5. 4 heb yên dewletê, 6 heb jî yên taybet tevlihev 10 zaningeh lê heye û ji bo xwendina zaningehé li tirkîyê ji vê bajarê baştir tune ye. |
|
05.02.2014 19:36 |
rûbar payîz
|
6. (bnr: kafiristanî) * |
|
05.02.2014 20:39 |
endazer
|
7. bajarê ku nêzîkî salek berê bûyereke wisa lê pêk hatiye: http://youtu.be/xqw5Q3uDU68 |
|
08.11.2014 17:48 |
mergehez
|
8. Bajarê ku niha ez li wir, di fûara pirtûkan de pirtûk difrosim. |
|
16.04.2016 15:10 |
xewnname
|
9. Bajarê ku her sal di van rojan de fuara pirtûkan li semta basmaneyê tê lidarxistin. Niha li basmaneyê me û bîskeke din ez û rûbar payîz em ê seriyekê bidin cihê fuarê. Ku em xewnname bibînin em ê kêfxweş bibin. Lê em nizanim bê li ber pirtûkên kîjan weşanxaneyê ye.. |
|
16.04.2016 17:39 |
mergehez
|
10. Bo hevdîtinê divê mergehezo nançû li peyamdanka xwe binêre. |
|
16.04.2016 17:59 |
xewnname
|
11. Dêlîk pir hene |
|
16.04.2016 19:20 |
helik orimiyo
|
12. Bajarê ku mîdyefiroşên wê hemû Mêrdînî ne. Ku merivek te yê midyêfiroş tunebe xelk henekê xwe bi te dike. Bo nimûne : biaqila malê |
|
19.08.2016 03:21 |
biaqila malê
|
13. Bajarê ku ez jê hez nakim û bala min qet nekişandiye. Birastî ger dibihîzim ji navê vî jî aciz dibim. seba mirovayetîyên bajarvanan e her hal. Dûrî min bê ez tiştek ji vî naxwazim. |
|
19.08.2016 04:04 |
rûbar
|
14. êdî weke berê jê nabehecim. bûye bajarê min, li wir bêtir sebra min tê li wir bêtir dikarim kar marên xwe bikim. nizanim çima lê êdî li amedê weke berê sebra min nayê. ev sê meh in ku li amedê me lê her tim aciz dibim. carinan dibêjim qey serê min dê biteqe. li dora xwe dinerim û hey li dora xwe dinerim. tu tişt tune. tu tişt ne wek berê ye. ne dikarim derkevim derve ne nî dikarim li malê li ber kombersê rûnêm. nabe çi bikim jî nabe. hema dixwazim zû herim izmirê. vê carê baş dizanim ku ne ji ber aciziyê mayîna wexteke dirêj a li derekê ye. vê carê cuda ye. ji ber wê jî planên min ên pêşerojê jî diguherin. êdî min niyet e heta ku ji bêrîkirinê hişê xwe winda bikim, li dûrî kurdistanê van deran bijîm.. |
|
22.09.2016 01:23 |
mergehez
|
15. bajarê ku ez ê li wir têkevim ezmûna tusê. |
|
22.09.2016 01:36 |
berxweda
|
16. Bajarê ku ji xeynî min kêfa her kesî jê tê. Ya star * |
|
22.09.2016 01:43 |
biaqila malê
|
17. bajarê ku ez dixazim li wir lîsansa bilind bikim. |
|
22.09.2016 01:49 |
bûtîmar
|
18. di nav bajarên tirkiyêde yê herî xweyn tehl, dûre Trabzon Çanakkale... tê |
|
22.09.2016 22:02 |
shorbevan
|
19. (bnr: smyrna) |
|
15.10.2016 13:27 |
nazim tolhildan
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |