1. Heta hunermendên li ser navê hunera Kurdî hunerê dikin fêrî Kurdî nebin, hunera wan serê wan bixwe |
|
24.06.2013 01:11 |
xewn
|
2. ji bo her kesekê bi şaxek ji şaxên hunerê yên wekê mûzîk û şano û sînema û wêne û peyker û nizanim çi û ne çi ve mijûl e tê gotin.. bi piranî di warê mûzîkê de eger canik û camêrek nejêhatî be dibêjin filankes stranbêj e ne hunermend.. ji ber ku heçî hunermend in afirîner in di cihê xwe de nasekinin çavê wan her û her li pêş û lûtkeyên bilind in lê stranbêj tenê stranên ku zimanên wan lê digere bi çend meqamên klasîk distire û serê xwe bi tiştekî din ve naêşîne.. di nav kurdan de ev pîşe nû nû bi pêş dikeve heta niha tişta ku me kurdan ji huner û sin'etê fêm dikir tenê karên destan yên wekê terzîtî, berberî, cûnkerî, hedadî, zêringerî û nizanim çi û ne çi bûn.. lê êdî kêm zêde di her warekê hunerên modern de kurd jî ya ku ji destê wan tê texsîr nakin û hewl didin ku par û behra xwe ji vê pasteya gerdûnî hilînin.. |
|
24.06.2013 12:28 |
endazer
|
3. Muzîka kurdî gon dixwe, avis dibe, lê mixabin berî ku bizê, ber davê. Em rebenên Xwedê jî, bi stranên stranqeşmerokan bi xwe xweş tînin |
|
24.06.2013 23:30 |
xewn
|
4. peyva ku êdî gelemperî li şûna peyva stranbêj tê bikaranîn. ji bo hunermendên rastîn, rasterats navê karê wan tê gotin: nivîskar, hunermend, wênesaz û hwd. |
|
25.02.2014 22:11 |
simurg56
|
5. niha çêlî mêlî derketina dibe em hunermend in heke rast heke derû! go rast be xaltika min î şewqo jî hunermend e. |
|
06.03.2014 13:14 |
mamostanısebin
|
îtîrafên tirşikvanan [5] |
|
çiyayê artosê [3] |
|
dîroka civakî [1] |
|
-e [1] |
|
olympiacos f.c. [1] |