1. bûyer li kû diqewime û şer ji ber çi derdikeve nizanim lê bûyerek têra xwe cihê ders û îbretê ye.. pisîk li ber hewşa xaniyekî ji xwe re dileyîze anku di tasikekî de şîrê xwe vedixwe.. jinikek ji malê derdikeve û bi piyê pisîkê dehf dide û dixwaze pisîkê ji wir dûr bixe lê piştî çend hemleyên jinikê pisîk bes xwe radigire û hildiperişke ser serûçavên jinikê.. ya ji hemûyan ecêbtir kûçikê malê li devê hewşê bêyî ku bi hawara xwediya xwe ve bibeze serê xwe dixe di nav teşkên xwe de û li bûyerê mêze dike.. |
|
17.12.2013 21:30 |
endazer
|
2. Ew pisîk e ku êdî ji heywantiyê derketiye. Li hember zilm û zor û tehdeyê hew xwe ragirtiye û zagonên xwezayî bin pê kiriye. Anku bi gotineke din li hember însanî serî hildaye. Îhtîmaleke mezin lêzimê pisîka schrödinger e. |
|
17.12.2013 21:46 |
ceso
|
3. pisîka ku anîye bîra xwe ku ew pismamê şêr û pilingan e. bi jinikê nebû ku pihîneke xweşik li bin guhê pisîkê bixe. |
|
17.12.2013 21:52 |
oxir
|
4. Ker eşkere bibê kû ev pisîk nêr e çêdibê partiya me siba bi şîara 'jin jiyan azadî bimrê pisîka poz kurmî' seranserê kurdistanê xwepêşandanan lidar bixê.. |
|
17.12.2013 21:53 |
nan û av
|
5. ez ditirsim ku siba metik û xaletên me yên femînîst ji bo piştgirîkirina vê jinika ku liqayî şîdeta pisîkê hatiye dakevin kolanan û li pisîkên reben werin xezebê.. |
|
17.12.2013 21:57 |
endazer
|
6. (bnr: pisîka anarşist) |
|
17.12.2013 22:10 |
ceso
|
7. pisika ku bi piştî bûyerê nerevîna xwe, bêtir çepikan heq kiriye. |
|
18.12.2013 00:28 |
simurg56
|
8. pisÎka ku derketiye holê ku wekê qewmê xwe nankor e.. |
|
19.12.2013 21:34 |
endazer
|
ameno [2] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |