1. stranbêj û hunermendek e kurd e.. ji dêrsimê ye.. tenê bi navê aynur û bi strana keça kurdan jî tê zanîn û nasîn.. l, tirkiyê zêde newê nasîn jî li seranserê dinyayê xanim têra xwe popûler û bi navûdeng e.. |
|
27.11.2013 22:30 |
endazer
|
2. Ji dêrsimê ye. Lê zaza ninû kurmanc e. |
|
18.12.2013 17:05 ~2021.02.12 13:22 |
cinorek
|
3. stranbêja ku navê albûmên xwe her û daîm şaş dinivîse ye. keçê kurdan, hevra ? |
|
18.12.2013 18:19 |
oxir
|
4. stranbêja ku alboma wê ya axir bi navê "hevra" heyamên borî derçû.. tê de sê-çar stranên nestêle hene, bi taybetî ji rexê aranjeyê ve; bes stranên din heçko bes bo temamkirina albomê lê hatine zêdekirin.. Strana "yar melekê" she'ra wê nizanim ji kêrê peyda kiriye bes hemî xelet e.. |
|
12.02.2014 23:09 |
gordereş
|
5. stranbêja ku muamileya bargîn û dewaran li zimanê kurdî dike.. hind jê re xweshdivî ye kurdî ku wê li pisht xwe bike.. |
|
12.02.2014 23:11 |
gordereş
|
6. stranbêja ku di vê serdema zanyarî û ragihandinê de dibêje "bejnê yarê".. |
|
12.02.2014 23:12 |
gordereş
|
7. çend roj berê bûbû mêvan li bernameyeka tirkan. |
|
13.02.2014 09:43 |
gulan
|
8. eger rojekî bibim dîktator, îşê min ê ewil, ez ê gotina stranên kurdî li aynurê qedexe bikim, ez li mÎnîbûsê ji bo ku bêjim ''min li filan derî peya bike'' an ''ez ê li filan derî peya bibim'' di dilê xwe de du sê cara gotina xwe prova dikim, ji bo ku ji şitexaliya xwe neyêm fihêtê, lê ji aynurê re ne xem e, bawere çawa stranekî ji derekÎ dibihîse ji xwe re dibêje ev stran ne xirab e ka ez jî di konserta xwe de bêjim û derdikeve û di bîra wê de û di guhê wê de ew stran çawa mabe bi wî miqamÎ dibêje û haşa hizûrê dikute fonolojiya kurmancî de.. ji qumrîkê re dibêje kumruke, şûna bêje malan bar kir çûna waran dibêje çûne wera lê, dîney lê, dîney lê... wez sevî me lo lo.. ber diyara me.. |
|
17.01.2015 04:52 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
9. di wîkîpedyaya tirkÎ de jê re dibêjin; kürt kökenli türk halk müziği sanatçısı ve söz yazarı. yanî hunermenda mûzîka gelêrî a tirk û nivîskara gotinên stranan ya bi eslê xwe kurd.. |
|
17.01.2015 05:53 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
10. Albûma wê hevra zaf bi dilê min re ye, pir xweş e. |
|
11.02.2015 14:57 |
diclefirat
|
11. stranbêja dê 1ê adarê li antalya bistrê ye. Here lînkê |
|
26.02.2015 23:13 |
berxweda
|
12. bi navê quartet hawniyaz ligel mûzîsyenên navdar; kayhan kalhor kemençe), salman gambarov (piano) cemîl qoçgirî (tembûr) komeke mûzîkê ava kiriye.. ev çi qas bû bi projeya aynur&endless duo ligel salman gambarov û cemîl qoçgirî konsêrt didan ji xwe, bi tevlêkirina kayhan kalhor jî koma wan bûye komeke quartet yanî çarmendî.. tu aqilê min ji navê hawniyaz negirt lê di karê ku navê cemîl qoçgirî tê de hebe ez zû bi zû jê naştexilim.. |
|
20.05.2015 05:10 |
endazer
|
13. xelata enstîtuya muzîkê ya Derya Spî ya "Hostaya Muzîka Deryaya Spî" wergirtiye. |
|
16.03.2017 21:18 |
wiha wilo wisa
|
14. Stranbêja hêja ya dêrsimî wê piştî 5 sala li tirkîyê derkeve tûrneyê. Ev tûrne pêywira danasîna albûma nû bi navê "hedûr" (ku wê di 7 ê reşemî yê pê ve li ser platformên muzîkê yê dîjîtal bin) jî tîne cih. Bi stembolê destpê dike tûrne enqere, edene û bi mêrsînê didomîne ya dawî li ruhayê ye. Bi rastî çima ruha ez şaşwazim û çima tenê bajarek bakur? Lê dîsa jî li ber mine,li ruheyê ye û ez ji bo çûyîna konserawê gelek bi peroş im. Serkeftin ji wê re. |
|
15.01.2020 11:34 |
rizgarm
|
15. stranbêja di albûma xwe ya dawî de, xwe li strana omer dizeyî ya "xewn la xewda" ceribandiye û gellekî xweş straye. dengê arpa tara jaffê ya henûn pirr li dengê aynûrê hatiye. omer dizeyî: vîdyoyê veke gotinên stranê: diwênê şew bînîm le xewê le ser cêy ber mangeşewê xom xizande ser cêy fênik nemhêşt ber henasem kewê qijî xawî ba lêdawî, alozawî car car daydepoşit le çawî xwaye giyan çendim xoş dewê zor be espayî û be nermî demim bird bo lêwî germî çawî hellhêna û pêy gûtim xewnim edî to hewsermî neyhêşt hestim girtî destim lêwî gestim mûçurkêkî xoşî daygirt sertapay henaw û hestim pêkra ta mela bangdanê têk allan û dest le milanê le nakaw dengî melay hat daybirrîm le bejnî ciwanê bê sersemî bê nakamî bê aramî bê cêm hêşt beheştî xewnim çawim pir bû le giryanê |
|
15.01.2020 19:01 ~19:03 |
xeyda
|
17. navdar e û hew. |
|
25.01.2020 14:10 ~14:18 |
mirovekirind
|
18. Bi rastî min li ser twîtterê jî rexneyên xwe li ser wê dikir.Li vir jî dixwazim bikim.Hin kesan Aynûr Doxan û Rewşan Çelîker anîbûn ber hev gelo kî ji wan baş e ? Bersiva min jî ev e ku Aynûr doxan ji bo tirka dibêje û rewşana delala kurdîxweş jî bo me û bo hunera xwe û bo ku kedekî bike hunera kurdî de dibêje. |
|
25.01.2020 14:53 |
brzn
|
19. li instagram û youtube ê, wê dişopinîbum lê piranî nivîsên wî tirkî-îngîlîzî bû, dilêmin şikest û şopandinê berdam. |
|
09.07.2020 19:22 ~19:22 |
lonw karda
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |