Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? - tirşik
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye?
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan qeyd bûne lê tirşikvanên çalak gelek gelek kêm in.
Gelo tirşik dimire/rûdixe??



16.04.2024 00:50 | bayê xerbî

2. (bnr: r.i.p)



16.04.2024 00:53 | keloş

3. Wekî gundê me yê heft xanî tê de heyî dixuye, berê qe nebe du sed avahî tê de hebûne.;(;( di nav goristanekê de digerim. Bi tenê bîranîn mane.
Çi gotiye mezinekî; tenha guherîn neguhere.



16.04.2024 00:58 ~01:01 | bayê xerbî

4. hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye.
hin rojan hebûn ku, bi telaq, di nav rûpela tirşikê de ew gihayên hişkbûyî yên girover, mîna gogan tilor dibûn û diçûn. yekemîn westerna kurdî çêbibû.*



16.04.2024 01:08 ~01:10 | blabla

5. aktîvîteyên ku tenê dikarin werin kirin: tirşikandin.



16.04.2024 08:54 | cinorek


7. Bi rastî kes tune ye. Li kîjan mîjarê ditirîkînim a çend sal berî ne.



16.04.2024 16:23 | renasbutimar

8. Ji bo wan rojên dawî ne wisa ye.
Mînak îro ji 50 zêdetir peyam hatine nivîsîn. Ew çawa çol e...



17.04.2024 09:36 | elaziz izzetpasa camii

9. -kesên ku her tim hebûna xwe ya nebûnî piştgirî didin me...
Ez carnan xweda nabînim da ku binvîsim, lê tenê carnan.Hin kes bêdawî di xweda nabînin ku binvîsin, lê her tim çavek wan li tirşikê ye ka çi diqewime



17.04.2024 10:32 | brzn

10. Bila roja herî vik û vala bo tirşikê wisa be înşalla.
45 mijar û 85 peyam

+1
bû 86 peyam.



18.04.2024 16:02 | cinorek

11. çimkî kurdên me serpîvazin



21.04.2024 14:21 | matthasmeat

dengdanên dawîn (yên din..)
paşnavên komîk ên tirkî [2]
yek ji wan jî do li nobetê derket pêşiya min. Ya bi rastî paşnavê wê n...
nuhev.com [1]
Haya min jê tune bû heya îro ku ez bi awayekî çawalêhato leqayî hatim....
îngilîzî [1]
vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û l...
zimanê zanistê [1]
berê latînî, yewnanî û germenî bû, îro îngilîzî jî bi rêyeka neyasayî ...
kişandin [1]
Yek Wateyeka vê gotinê bi pêş ve çûn, bi pêş ve kişîn, li pêş ketin e....
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik û liberalism
» çima stenbol bajarê kurdan ê herî mezin e
» wekî bizina beravêtî bûyîn
» vikîvala
» valahiya tirşikê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî