Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê - tirşik
heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê

Navê mijarê ya ewil ev bû:heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gotineke pêşîyan e .
yanî malmezinên me beriya bi salan ji me re pêşniyaz kirine ku tiştê ku hûn pê ne razî ne bi darê zorê be jî bi minnet û rica ne jî nekin, paşê dê serê we biêşê.
kesên ku serê we diêşîne ji dewsa hebûna kesên weha, pozê xwe hûn bişewitînin baştir e.
bi minnet û şerm û fedîyan meriv nagêhejê xursê

(bnr: bêyî dilhiştinê bersiva neyînî ji bo deynxwestinê)

Edît: bi kubarî dibêjim, kêmaqilek (Hadî kêmaqil jî nebêjim) bêkar û betalek ev bû du car in tê navê mijarê qaşo sererast dike. Kîja moderator e nizanim ew kî ye bila derkeve pêş û sebaba rika xwe ji min re rave bike.
Bi- êş-ê ye ew bi pêşgirek e û tu li gorî kêfa dilê xwe nikarî wê kurt bikî. Ev tercihek e ne Qaîde û pîvaneke jêneger û pêwîst e, têde şerh heye.
Mînak
bi +avêtin =biavêje (tu li gorî kêfa dilê xwe dikarî bêjî bavêje)
Bi + ecilandin = bieciline (tu nikarî bêjî becilîne)
Bi+ ecibandin = biecibîne ( tê kengî dîtiye yekê wek becibîne nivîsîye?)
Bi+ esirandin= biesirîne ( te fêm kir? Yan mînakên dî bidim?)

Bi kurt û kurmancî ya birê min madem te barê moderatoriyê li ser milê xwe re biriye û doza tiştekî dikî here bi sedan mijarên çewto mewto sererast bike. Te ferq jî kiriye ku min du car jî sernavê dîsa gorî dilê xwe guherand û min di peyameke xwe ya dî de bnr dayiye vê mijarê gava tu diguherînî êdî ew boş û betal dibe. Ger wextê tê yê vala pirr e wek min got here mijarên ku ji eyara kurmancî ketine sererast bike, ne mijarên rast. Biêşê nivîsandineke rast e. Tu dema bi kar tînî here bêşê binivîse ti îşê min pê tune ye.



09.12.2021 13:21 ~21:58 | ferhenga şikestî

2. (bnr: devoka torê)
Nizanim nivîskar Torî ye yan na lêbelê ew dawiya hin gotinên xwe bi yê dibêjin û wisa jî dinivîsin.

Li gorî min jî divê diêşe be, di standardê de me her wisa dîtiye lê bi keyfî nivîsî bê mirov nikarê tiştekî bêjê*



10.12.2021 17:29 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
olympiacos f.c. [1]
Yek ji tîmên futbolê yên Yewnanîstanê ye. îsal sezona 2023-2024an da d...
belki ev jî bala te bikişînin
» hetaw
» serê kerê tena pirçê xwarin
» min bi kurdî nivisî ku ji bilî xwedê û kurdan kesek nikaribe bixwîne
» bila moderator endazer were guhertin
» carekê jî ji bo me bigirî
» pozê yekî neşewitîn
» min ev nivîs ji xwe re nivîsî

Kategoriyên mijarê:: zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî