1. projeya ku ji aliyê mozilla ve hatiye destpêkrin, ji bo nivîsbariyên li ser naskirina deng û axaftina mirovan danegeheke bê pere pêk tînê. |
|
08.02.2021 20:29 |
merwano
|
2. Projeya ku min îro qûbaleya wê girtiye. Min sibê de ji hezarê bêhtir hevok bi dengê xwe qeyd kiriye û ji pêncsedî zêdetir hevok jî piştrast kiriye. Ka hûn jî nayên :/ |
|
09.02.2021 01:19 |
biaqila malê
|
3. projeyekê mozillayê ya pergala bi dengî ye ku jê re danekomên (dataset) dengî tê berhevkirin. |
|
09.02.2021 01:37 |
hueyn
|
4. li ser bikaranîna common voice çend vîdeo ji aliyê tirşikvanên zîrek cyaxares: vîdyoyê veke |
|
10.02.2021 10:57 |
merwano
|
5. projeyekê xweş e. ez bi xwe tenê ji aliyê guhdarkirinê tevlî dibim û ji salê çûyî vir ve min qiyametek hevok nirxandine - temam belkî komek hevok bin.* di nav axiveran de ez heyranê yên torî me. (em bi hurmetî bi bîr bînin: torî/93287) auraya wan geh jin geh mêr pir xweş e. belkî wê kenê we bê lê dema rastî wan têm rasterast atmosfera the godfather ava dibe di nav çend keliyan de.* hişk in lê nizanim tehmek xweş e yanî. werhasil. baş e ku îhtimala aksanan jî hatiye hewandin an na gelek klîbên toriyan dê bihatana avêtin ji seba a kirina wan a e-yan. hwd. |
|
11.09.2022 12:29 ~12:38 |
biruya hayao miyazaki
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |