1. bajarekî li bakurê kurdistanê ye. |
|
02.10.2013 01:54 |
saladin
|
2. bajarekî qedîm e.. ne gola wanê ye oxlim behra wanê behra wanê haa!! |
|
22.10.2013 22:50 |
elomelo
|
3. ne bê xwedî ye! |
|
22.10.2013 23:45 |
endazer
|
4. cîhê ku, kal û bavên min, ji ber şera cîhanê ya yekemin, li rewanê revîn û bi cîh bûne ye. |
|
22.03.2014 17:53 |
nazim tolhildan
|
7. Cîranê me ye * |
|
05.11.2017 18:03 |
xelefêserhedî
|
8. Îro da ketim sûka wê bajarê Kurdistanê yê herî xweş, min ew yek dît ku mirovê wê bajarê hindê bajarê kurdistanî nîne. Her kes bi tirkî diaxive zimanê kurdî bûye zimanê dê û bavan. Xort û keç hay jê rewşa welatê xwe nînên. Eger Ew rewş 10 sal dî wilo bidome mixabin ew bajare wê nav destê me de mîna cûcikan bifire. |
|
06.05.2019 03:35 |
masîyekjinavbehrawanê
|
9. Bajarê gelekî sar e. Piştî Mêrdînê hatina vir ji min re yekcarî zor hat. Belê bihar û havîna wê xweş e heta qasî zanim zivistana wê ji gelek bajarên Kurdistanê nermtir e lê wele sar e yaw * |
|
27.11.2019 00:20 |
berxweda
|
10. Çend roj e ber tesadufan têm çar roj berê ez jî li mêrdînê bûm, rastî jî germ bû. Roja yekşemê vegeriyam wanê Belê sar bû lê gever li wanê sartir e. |
|
27.11.2019 00:35 ~08:38 |
kajav
|
11. Ev der Serhed e hevalno. Şakiroyê me stranên xwe de dibê "welatê me serhed e/ ne tu war e" tabî ji hêla sermayê ve. Wekî din xweş e. Meha gulanê de werin wanê û ji xwe re kêf û seyranê bikin* * |
|
27.11.2019 08:23 ~18:41 |
fatoş xanim
|
12. Her çiqasî bi sermaya xwe bi hev hatibe nasandin jî ez dibêjim 4 demsal jî li bajarê min pir xweş xuya dibe û dihê jiyîn. *) |
|
27.11.2019 10:43 ~10:54 |
hesinkar
|
13. di sala 2011an de ji bo ku qeyda xwe ya zanîngehê çêkim çûbûm colemêrgê lê otobês ji amedê rasterast nediçû. meriv pêşî diçe wanê û li wir jî bi dolmîşan dihere colemêrgê. otobêsa wanê di nîvê şevê de bû dema ez gêhiştim wanê saet bûbû hêşta serê sibehê. di ser min de hew tîşort hebû û ji bo îhtîmala sarbûnê ji ber pêşniyaza hevalekî, min xirqeyek jî girtibû. |
|
27.11.2019 19:34 ~19:54 |
ferhenga şikestî
|
14. Bajarekî Serhedê ye.Min salek li wir zanîngeh xwend,demên xweş û ên nebaş çêbûn.Hevalê min ê herî nîzik li wir êşek di dilê min de hîşt û çû.Mixabin mirovên vî bajarê nebaş in.Û sar e.Behr û qelaya wê pir rindik in.Fersendê we hebe biçin û bibînin |
|
27.11.2019 22:58 |
mêrxasê serhedê
|
15. sûr ji bo diyarbekirê çi be behr jî ji bo wanê ew e. vê havîna çûyî bo sê rojan tevî kurê xalê xwe çûm wanê û gelek kêfa min ji wanê ra hat. nava bajêr ne pir xweş be jî edremît pir xweş e. heçî nava wanê jî bi şev xweş e. wer xuya ye jiyana şevê ji ber farisan ewqas rengîn e li gor bajarên din. jixwe meriv teqez ferq dike ku aboriya wanê bi xêra farisan li ser piyan e. |
|
28.11.2019 00:40 |
kurê xelkê
|
16. bajarekî kurdistanê ye ku van demên dawî de, ji rojên pir xerab derbas dibe. |
|
23.02.2020 23:26 |
brusk56
|
17. bajareki behra we u pisika we heye. taste we yekemine. bajarek gelek xwese mina bajare dine. |
|
23.04.2020 15:41 |
tomcruise
|
18. Bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku behra wî heye di nava dilê min da cihekî taybet digire. Lê min ji çend kesan bihîst qala mirovên Wanê bi taybetî jî esnafên wê derê nebaş kirin. Xwezaya Wanê hew dibe. |
|
23.04.2020 16:11 ~16:18 |
xabûrî
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |