1. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
14.07.2020 18:27 ~18:28 |
simurg56
|
2. çînî çima fîlmên hewqas dirêj çêdikin fêm nakim. du saet sax. ji hêla destaniyê ve sehneyên xweş hene ku tehma mirov xweş dikin lê ji aliyê senaryoyê ve pir tevlihev e. xwestine ser hevûdin sê çar çîrok vebêjin lê vegotina wan bûye şileka zeviyan, mirov nikare xwe ji heriyê biparêze. destên dildar botî sax bin, lê kêfa min ji wergera wê jî nehat. hêvîdar im karên xweştir jê bên. |
|
31.10.2020 22:07 |
biruya hayao miyazaki
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |