1. piştî derketina ji wargehên kyk-yê, peyveke wisa têdikeve kîsa xwendekarên zanîngehê. berî min li ferhangan çav li peyva "ev arkadaşi" gerand. lê min tu tişt nedît, di wê kêliyê de peyvên dê û bavên min hat bîra min ku dema hel û wextê min dipirsîn, wan digot, "hevalên te yên malê çawa ne?". an jî hewcî nebûye ku ez li vê peyvê bigerim. |
|
27.12.2017 20:04 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Yên ku li kyk de bi hev re şêrîn û destebira ne, qerarê xwe didin dikevin malekî piştre pê kêran dikevin peyî hev. |
|
27.12.2017 21:01 |
mîr
|
3. Min du mal pênc ji hevalên malê dît bi rastî navê van nadim di rêzê de bi hijmar qod dikim ê 1. Pir baş bû lê piçekî zêde ji qîza hezdikir. Yê 2. Hevaltiya malê gelek baş derbas bû lê wî jî zêde ji xwarinê hezdikir ev Herdû mezûn bûn. yê 3. Gelek qurnaz bû zêde ji şixulandin û berpirsiyarî yê direvî. min ê 3. Kir der. Yên 4. Û 5. Ji anha em li cem hevin ê 4. Gelekî baş e tu çi dibêjî navê na jî kar narevi. Ê 5. Ji pir kubar û zana ye. ez ji giştî pir tişt Hîm bûm mala giştî ava hevalên malê dibe malbata mirov. Dibe hilbijartinên hevalên malê pir girîng in. |
|
27.12.2017 22:06 |
elîşêr
|
4. waxtê me dixand em can cîger bûn lê ça meytev xilaz bû em bûne dujminê hev * ahahah* |
|
28.12.2017 12:05 |
bûtîmar
|
5. mirov hevalên xwe li malê nas dikê. min wa nas kir. û ji bo staja zewacê baş e. * keçik zêde pev nakin kurik baş in dîsa heta sala dawî kadro zêde naguherê. |
|
01.12.2019 15:37 |
xwelî li ser
|
6. malbata mirov in di heyama zankoyê de. |
|
01.12.2019 15:49 |
simurg56
|
7. Nîv zewac e. |
|
01.12.2019 17:03 |
yusiv hemed
|
8. Bi rastî jî ger bivê karektera rastîn a hevalê xwe binasî divê di malekê de bijî Yan pê re şirîktiya bazirganiyê bikî. Ger mekana meriv û pereya meriv hevpar be karekter jî xwe dide der. |
|
01.12.2019 18:21 |
ferhenga şikestî
|
9. (bnr: îtîrafên tirşikvanan) |
|
01.12.2019 19:07 ~19:20 |
biruya hayao miyazaki
|
10. Hevaltîyekê wisa he ku an merivan dike dijmin û neyar an jî dibe destpêka rêwîtiya bi emir. Bi min herdu jî çêbû, hinekan re min têkiliyên xwe qut kirin hinekan re jî em bûn dost û bira. û şîn û şahiyê de em bi hev re ne hertim. |
|
01.12.2019 19:37 |
xelîl
|
11. ger mirovên baş bin, dibin bira ji mirov re. |
|
02.12.2019 01:22 |
brusk56
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |