1. ew jî meseleyeke tevlihev e û gelek kes dibêjin "tişta min" wek ku gelek kes dibêjin "tiştê min" anku niha herdû jî tên qebûlkirin. |
|
15.09.2015 12:18 |
dijber
|
2. hem wek mê hem jî wek nêr tê xebitandin lê li gorî min peyveke nêr e |
|
15.09.2015 13:02 |
ferhenga şikestî
|
3. ji peyvên hevzayend (!) re dibêjin: notr. |
|
15.09.2015 15:39 |
xendekî
|
4. (bnr: tişt ne cînavk e)mixabin heval tişt wek cînavkê dihesibînin. Wê tiştê yan wî tiştî bîne, her kes li gorî devoka xwe dibêje û herdû jî rast in. |
|
15.09.2015 17:16 |
dijber
|
5. di wîkîferhengê de jî dibêje nêr: |
|
15.09.2015 18:52 |
xendekî
|
6. Meseleya ku mirov nikare bibêje ev rast e yan ev şaş e! Ji ber rêbaza zayendê di kurmancÎ de tune, rastî û şaşiya zayendên navdêran li gorî bikaranîna wan tê pejirandin, anku eger heman peyvê li hin deveran mê be û li hinan nêr be, nêtar tê pejirandin. |
|
15.09.2015 19:05 |
dijber
|
7. (bnr: gelo wergera ilkel milliyetçi neteweperweriya hovane ye) |
|
15.09.2015 19:47 |
dijber
|
8. (bnr: esselamum eleykum format) |
|
15.09.2015 19:57 |
mergehez
|
9. çawa dibe nêr aqilê min jê nagire, li cem me dibêjin tişt+a min nabêjin tiştê min, û min ji devê tu evdekê xwudê jî bikaranîna tiştê min nebihîstiye.. hinek kurd qertafa diyarî û qertafa zayendê nikarin ji hev têderxin, bi baweriya min hemû mesele ji vir derdikeve.. |
|
15.09.2015 22:35 |
endazer
|
10. qertafa zayendê ya ku min nû bihîst û dizanim tiştekî wisa tune ye, lê bila wisa be, veqetandek an qertafa diyariyê anku bi gotineke din tewang ji xwe mêjer û zayenda navdêrî nîşan didin lê hinek kes dibêjin "vî tiştî" û hinek dibêjin" vê tiştê" lew herdû jî rast in. |
|
15.09.2015 22:40 ~22:42 |
dijber
|
11. Li cem me, bêguman nêr e. Jixwe gava em ji google dipirsin jî nêr dertê: |
|
15.09.2015 22:44 ~22:53 |
fethî ronî
|
ameno [1] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |