1. Xewn le xewda |
|
25.07.2013 00:25 |
babedyo
|
2. li başurê jê re dibejin mamoste. stranbêjekî mezin e û wekî din helbestvan e jî. û nîvîskar e jî camêr. pirtûkekî wî bi navê 'çîroka muzîka klasîk a rojavayê' derketiye. mamoste homer niha jî şewîrdarê brêz celal talabanî ye. |
|
25.07.2013 03:21 |
spizello
|
3. li başûrê kurdistanê nizanim lê li parçeyên din yên kurdistanê nav û şohreta heq kirî nestandiye mixabin.. hunermend e.. bi nav çendî geram le şaran stranek ya vî camêrî heye ku guhdarê xwe li ser xalÎçeya dengê xwe yê nerm ê şîfonî yê ji pûrtên çûkan bêyî ku pê bihesîne dibe dinyayên din.. cara pêşîn di fîlmeka bahman ghobadi de ez ne şaş bim fîlma dema hespên serxweş bû min ev stran bi ber guhê min ketibû.. hingî baş tê bîra min li ser înternetê tu nema min nenivîsî lê min nekarî ez vê stranê peyda bikim.. paşê piştî ku min têkilî bi çend canik û camêrên ji başûrê kurdistanê re danîn ez serderî vê stranê û stranbêjê stranê homer dîzeyî bûm.. ev stran paşê ji aliyê rojîn û tara mamedovayê ve jî hate gotin lê hê jî kesekî nekariye bi qasê homer dîzeyî evê stranê ev çend xweş û serkeftî bistirê.. nizanim çima lê dema ku ez vê stranê dibihîsim du ristên ku di helbesta xwe de hilnehatine ya şairê nemir ê rehmetî arjen arî bi bîra min tên û dikevin.. 'min dixe rê newaya stranê / mîna tu bê pêrgîniyê, bi coş..' li ser youtubeê qeydeka vê stranê ku homer dîzeyî û hanî bi hev re dibêjin heye ku mirov ji guhdêrînê têr nabe.. ji xeynî vê stranê stranên wî yên wekê xewn le xew da, esmer, hoy narê jî gelekî xweş in û hêjayî guhdarîkirinê ne.. strana meşhûr ya hunermenda kanadayî, loreena mckennittê ya bi navê tango to evora ku hema bêje li her zimanekî hatiye wergerandin û stirandin bi navê xozgayê wergerandiye kurdî û stirandiye.. piştî homer dîzeyî rojînê jî xwe li heman stranê ceribandiye û bi navê janê ev stran bi gotinên kurmancî stirandiye û di albûma xwe de cih dayiyê.. homer dîzeyî herwiha strana meşhûr ya gelêrî ya îranê ya bi navê soltana ghalbha jî wergerandiye kurdî û soranî û stirandiye.. homer dîzeyî & hanî - çendî geram le şaran: vîdyoyê veke rojîn - çendî geram le şaran an birÎndar im: vîdyoyê veke tara mamedova - çendî geram le şaran an birîndar im: vîdyoyê veke homer dîzeyî - xewn le xew da: vîdyoyê veke aynur doğan - xewn le xew da an xewn: vîdyoyê veke homer dîzeyî - xozga & tango to evora: vîdyoyê veke rojîn - jan: vîdyoyê veke lorenna mccennitt - tango to evora: vîdyoyê veke homer dîzeyî - soltane ghalbha: vîdyoyê veke farid farjad - soltane ghalbha: vîdyoyê veke darya dadvar - soltane ghalbha: vîdyoyê veke dîmenek ji fîlma niwemangê ya derhênerê kurd bahman ghobadi ku tê de bi akordiyonê strana soltane ghalbhayê tê lêxistin: vîdyoyê veke |
|
25.07.2013 05:22 |
endazer
|
4. bi navê kürt kızı (Geline Bak Geline) straneka xweş ya tirkî jî dibêje; |
|
14.06.2014 05:04 |
endazer
|
5. (bnr: xozge) |
|
09.03.2015 01:05 |
xendekî
|
6. camêr li ser kurdistanÊ stranekê dibÊje, pirçên canê meriv dilerize, çoga meriv dikizire, hêş ji Êqil diçe... |
|
13.04.2016 22:48 ~22:49 |
ferhenga şikestî
|
7. stranbêjê vê strana wî hêjayî gohdarkirinêye |
|
14.04.2016 00:28 |
shorbevan
|
8. Omer Dizeyî- Xwaya abê êsta |
|
04.02.2021 16:30 |
edd
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |