1. Ez ne şaş bim, ev navê rêxistineke Kurdistanî ye ku avakarên wê Kejê bêmal, Bavê Sîmko û Devliken Kelogirî ne. Ev rêxistin di meha gulanê de hatibû avakirin, lê ji ber çalakîyên gezîyê ku kemalîstên fahş xwe fahş kiribûn û ev nav li xwe kiribûn, ji bo demekê vê rêxistinê xebatên xwe rawestandin. Jixwe ew ê tirkoler di demeke nêz de ji xwe re hin pêlîstokên nuh bibînin û em ê dîsa li kar û barên xwe binêrin. |
|
18.07.2013 12:04 |
keje bemal
|
2. Peyva ku tîpa wê ya "r"yê neyê dubarekirin dilê mirovan rehet nake û şaş e. "Berredayî" kesên ku berdûş in, tu kar û emelekî nakin û digerin û hey digerin. Kesên ku modernîteya kapîtalîst ji wan hez dike û wan di nava tora xwe de dike qût. Gellek jê postmodern in. |
|
18.07.2013 12:13 |
rojgar
|
3. peyva ku bi piranî ji bo kesên bêkar û betal tê bikar anîn.. carinan li gorî kêfa dilan mirov sosên wek dev û serê jî li peyvê zêde dikin.. dema peyv dibe serberedayî wate jê kesên aqil avêjtîn an ne li gorî nirxên nomînal ya civaka ku di nav de ne difikirin û bîr dibin e.. dema peyv dibe devberedayî jî wate jê kesên ku zimanê wan zêde nerm û girover û hilûs û xişok e bi herkesî ve dide an li her tiştekî digere û bi her derekî ve dirêj dibe.. muhtemelen ji herdu peyvên ber û dayînê çêbûyîye.. li gorî peyvên ku jê çêbûyîn mirov dikare du wateyên hinekî ji hev û din cuda lêbixe.. ya yekê beredayî an berdayî yanî kes an tişta ku pêşî an rê li ber vekirî.. û ya duyê jî berdayî yanî kesên kesê ku berra tiştekî dayî an pê tiştekî ketî.. li herêma torê wekê gelek tîp û kiteyan tîpa ryê ya di nav peyvê de hinekî hişk û req û şidyayî tê gotin û peyv wek (vbnr: berredayî tê bilêvkirin.. |
|
18.07.2013 12:17 |
endazer
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |