101
rizgarm (2020.02.17)
Film bi gelemperî derbarê pirsgirêka avahîkeran de ye. Îbrahîm û birazîyê xwe yûsif ji erdîşê hatiye stembolê û gelek sale debara xwe bi avahîkerîyê dike. Pêy erdhejîya wanê malbata wê jî zirar ditiye û di konteyneran de dijîn. Dîsa dewleta xêrxwaz(!) dest avêtîye vê derê jî û wê tokî li vir jî avahiya çêke ku xeyala îbrahîm yek jî ji xwe re xaniye kî ji vir bistîne. Lê di xulekê pêşî de em fam dikin ku hêjaro bi nexweşiya şêrpence yê ketiye. Lê ji ber pere tunê ye nikare kar jî berde û naxwaze ji kesî re eşkere bike nexweşiya xwe. Birazîyê îbrahîm yûsif jî ji keçikekî hez dike û mîna xortê klasîk yê kurmanc bi nasnameyek cûda dixwaze derkeve hemberî keçikê lê ne ewqas hêsane. Karkerê xwendekar, karkerê ku di şertên bêewleh de jiyana xwe ji dest dide, karkerê ku bi mehan şuxuliye lê du quriş neketiye bêrîka wê û hwd. Film hemû rastîyê civakê yeko yeko li rûyê meriv dixe. Bi taybet karkerê kurd, bindest û serkarê tirk û desthilatdar.