into the wild

 Sean Penn

 Sean Penn Jon Krakauer

 2007


 amerîka

 îngîlîzî

 148

 macera bîyografî dram

  (1970.01.01)

 mirovekirind (2018.11.07)

 Christopher McCandless xwendekarekî biserketî û atlet; malbata xwe, xebat, dirav û bajarê li paş dihêle û ber bi xwezaya Alaskayê ve dikeve rêvîtiyekê. Di rê de Christopher li rastî kesan tê...


into the wild - Tirşik

into the wild


. wek belgefîlma alexander supertramp e. (aleksandir super-serberedayî). alexander supertramp navê Christopher Johnson McCandless yê xeyalî ye ku li wî bixwe li xwe danîye. Christopher, mêrekî ciwan e ku li amerîkayê çêbûye. di 23 salîya xwe de piştî ku ji zanîngehê xelas dike, ji ber hinek sedeman dev ji her tiştî berdide û xwe davêje bextê xwezayê. ji xwe wateya into the wild jî em dikarin bêjin "ber bi xwedayê ve" ye. yanî fîlm li ser jîyanekî rastîn hatiye avakirin. ji vir û pê ve wê hinekî spoiler bihewîne: [spoiler: fîlm xweş e. ji temaşekirinê poşman nebûm. min carinan empatî kir, carinan hêrs bûm û carinan jî meraqdar bûm. di fîlmê de pêşîn wisa tê nîşandan ku mirov dibêje qey alex ji ber malbata xwe vê biryarê standiye. lê bi qasê min fêhm kir, sedem ne tenê ew e. ya rastî, sedemek biçûk e ev. belê di destpêkê de belkî ev bûbe sedem ji bo fikarên wî lê tişta ji wê zêdetir wî aciz dike civak û qeyde û qanûnên wê ne. jixwe di sahneyekî de aşkere dibêje "civak, civak, civak". ji civakê aciz e lê ji mirovan hez dike. rastî kê hatibe bi wan re têkiliyek erênî û xurt danîye. bi wan re daye û standiye û him kêfxweş bûye him jî kêfxweş kiriye. yanî di nav civakê de jî têra xwe keyfê kiriye. weke mînak di karê cotkarîyê de dixebite û bi patronê xwe re jî gelekî baş e. ê nexwe derd wî çi ye? bi ya min, derdekî wî yî rastîn tune. ya wî ji felsefeyekî zêdetir tevlîhevîya serî ye. di rojên xwe yên wendabûn/revînê de, bi mirovên bîyanî re-min gavek berê jî got- têkiliyên gelekî baş datîne û bi wan re rojên bi şahî derbas dike. lê belê di van demên xwe de ji qeyd û sînorên civakê derbas nabe. heta weke mînak, dema keçikek 16 salî dixwaze pê re bikeve têkilîya cinsî, wê red dike. sedema redkirina wî jî xuya ye emrê wê ye. ji ber ku bi israr pirsa emrê wê jê dike. derdê wî ne teknolojî an jî şaristanî ye jî. ji ber ku dema diçe nav xwezayê, dîsa alavn modern bi kar tîne ji bo ku debare xwe bike. wê demê ev rêzikên ku di sahneya ewil ya fîlmê de tê nîşandan tê bîra mirovî (ku gotin aîd lord byron e): "li wan daristanên dûr, kêfxweşîyek heye li keraxên behrên yên xalî, şadî hawirdorek heye li wir ku kes mirovî aciz nake di behrên kûr de û di himûguma wê de stranek heye: ne ku ji mirovan hindiktir hez dikim lê ji xwezayî zêdetir hez dikim" ev rêzikên hanê, hişê alex li ber zelal dike. ji mirovan hez dike lê tenê dema mirov ji hev û din hez bikin û bi hev re rast bin. lê mixabin piranîya civakê ne wisa ye û loma dilê wê bêtir ji bo xwezayê lê dide. ew cihê ku derew û xapandinê lê tune. ji ber van sedeman alex biryar dide ku here di nav xwezayê de hinekî li xwe guhdar bike, belkî fikrên xwe zelal bike. yanî armanca wî ne ew e ku êdî li wir bimîne. jixwe ji ber wê yekê ye ku serpêhatîyên xwe dinivîse, fotografan dikişîne û jixwe soz dabû wî extîyarê leşkerê kevin. mixabin vê biryara xwe bi binesazîyekî gelekî lawaz daye. lewra tu amadekarîya wî ya cîdî tune. wî zilamê extîyar gelek alavan da wî da ku bikare ji xwe nêçîrê bike, wî zilamê ku ew anî alaskayê, cotek botên dirêj da wî mesela. ger ev jî nebûyan jixwe belkî di nava heftîyekê de bimiriye. ew mirovê ku gelek pirtûkan dixwîne û gelekî zîrek e, nekarîye hîn bibe ka çawa dikare goştê xwe ji rizîbûnê biparêze. mirov dikare van mînakan dirêj bike. ya ku mirov jê re diheyire ev e. ev êdî ne wêrekî lê ehmeqî ye mixabin. weke min li jor jî got, ne dijminê teknolojîyê ye. mirov çawa bêtêlek fîlan bi xwe re nabe. an jî hinek dermanên bingehîn? an jî nexşeya wê derdorê... ji xwe hatiye dîtin ku tenê çend sed metre dûrî wî, cihek heye ku dikariya ji wir avê derbas bibe. tenê çend km dûrî wî teleferîkek heye û hwd. ez van rexneyan dikim ji ber ku dilê min pê şewitî. di dawîya fîlmê de ew jî poşman dibe. vê dibêje "şadî, tenê dema were parvekiirin, rastîn e". yanî êdî pêwistîya civakê qebûl dike. fîlm li ser serpêhatiyek rastîn hatiye kişandin. loma dilê mirov zêdetir diêşe. bi taybetî dema wêneya rastîn ya Christopher dibîne. ew wêne:

di fîlmê de dîalogên gelekî xweş hene. her wiha dîmenên hêjayî dîtinê. ]



Array. Di fîlmê de axaftina Christopher a ji bo sêvekê heye, mirov li wir dikare bibîne ku tiştên biçûk çawa kêf û şahî dide mirov. Christopher McCandless: You are really good. I mean, you're like, a hundred thousand times better than like any apple I've ever had. I'm not Superman, I'm Supertramp and you're super apple. You're so tasty, you're so organic, so natural. You are the apple of my eye, ha! Werger: Tu gelek xweş î. Mebesta min ev e ku tu sed hezar caran ji sêvên ku min heta niha xwariye xweşiktir î. Ez ne Superman im, supertramp im û tu jî super sêv î. Tu gelek bitehm î, tu gelek organîk û gelek xwezayî yî. Tu sêva çavê min î. *



Array. Dikarim bi saetek li ser vê fîlmê qise bikim. Dîmenek Nuwaze ji fîlmê:

jixwe, ku we dît sean penn beşdar e, bizanin ku ew ne karekî xirab e.






  • into the wild0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85.1
(imdb: 8.1)
pûanê bide fîlmê: