mother!

 Darren Aronofsky

 Darren Aronofsky

 2003


 DYA

 Îngilîzî

 112

 drama tirs nepenî

  (1970.01.01)

 rûbar (2018.01.08)

 Fîlm, li derdora cotekî xwedî jiyanek asayî û aram diherike. Jiyanê ev cotê asa ku dikarin bibin cîranê kelekê yên her kesî piştî mêvanê ku nayê xwestin tê mala wan serûbin dibe. Ev mêvanê hêvînekirî dê têkîliya cotê bihêçîne û xweşî ji malê re nahêlê... Li gel tevlîbûna hevsera mêvanê ku tevî nava wan dibe karê wana dê bikeve şeweyekî hêvînekirî û pirsiyarîkirina mebestên veşartî dê were dest pê kirin... Di serlîstikvanîya fîlmê de ku Darren Aronofsky senaryonivîsiya û dêrhêneriya wê dike, Jennifer Lawrence û Javier Bardem cih digirin.


mother! - Tirşik

mother!


. Fîlm di saeta pêşî yekî aciz dike birastî. Ji ber vê yekê min pênc puan jê kêm kir. Demjimêrek pişt re fîlm dikeve rê. Lê saetek adehî û vegotin dilê yekî teng dike. Demjimêrek dû re fîlm zêde zêde serkevtî ye. Şêweya neqişandina fîlmê hinek cuda ye. Ji serî heta binî bi derbirînen dapoşî re raçandiye. Gelek pejirandinên civakî bi vegotineke ne diyar û bi senaryoyeke resen û xweş û cuda wek serkeftî tê rexne kirin. Hetanî xuleka dawî fîlm wisa berdewam e. Lê belê hevokên dawîn hemûşk tevde rûreşî. Gilî gazin ji xwedê tê kirin. Karê xweda tê rexne kirin. Tawanê mirovan li stuyê xwedê dihê avêtin. yekcar şermezarî. Ji ber vê jî min deh puan jê bir. Fîlm a rastî babetî puana notûpênc e lê li gel hevokên dawî yên xwe fîlm têk diçe. Ev fîlmê xweş û ev dawiyê hêsan, sivik, jar û riswa. Tenê bizorê fîlmek wilo bidawî bibe. Mêrik ji fîlmê xwe re yazix kiriye. Çi heyf. Ji bo peyameke dijber ol û xwedê bide fîlma xwe hilweşandiye. Tamek ji fîlmê nehiştiye. Ya baş ev bû ku ev hevokên dawî nedibû dibê ku bûba fîlmekî heyranî, kult.






  • mother!0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 6.7)
pûanê bide fîlmê: